Polîsan bi ser Komeleya Jinê ya Rosayê de girtin

  • 08:21 5 Nîsan 2021
  • Rojane
AMED - Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser Komeleya Jinê ya Rosayê de girtin.
 
Hat hînbûn ku serê sibehê saet di 06.30'an de polîsan bi ser Komeleya Jinê ya Rosayê de girtin. Her wiha piştî bi ser komeleyê hat girtin şûnde lêgerîn hat kirin û ev lêgerîn hîn didome. Nehat hînbûn ku sedema biserdegirtinê çi ye? 
 
Di parvekirina li ser hesabê twittirê yê komeleyê de wiha hat gotin:"Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em li vir in em ê li vir bin."