Kongreya Star bi peyameke ku weşand 4’ê Nîsanê pîroz kir

  • 16:22 4 Nîsan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star bi peyamekê 4’ê Nîsanê pîroz kir û destnîşan kir ku tecrîda li ser rêberê PKK'ê  Abdulah Oclan didome û banga geşkirina têkoşîna ji bo azadiya  Abdullah Ocalan kir.
 
Koordînasyona Kongreya Star 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de peyamek niîvskî weşand û got: “Em rojbûna rêber Apo di nava şert û mercên dîlgirtinê, tecrîdê û îşkenceyê de pêşwazî dikin. Rêber Apo zêdetirî 22 sal e li girava Îmraliyê dîlgirtî ye û dê di 4'ê Nîsanê de bibe 72 salî. Weke Kongreya Star em careke din hêzên komploger şermezar dikin û 4'ê Nîsanê li hemû jinan, Gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.”
 
Kongreya Star destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ne tene rojbûnek e û wiah dewam kir: “4'ê Nîsanê bi tenê bidawîbûna înkar, asîmîlasyon û koledariyê temsîl nake.  4’ê Nîsanê têgihîştineke nû, felsefeyeke nû ya jiyanê, formeke nû ya têkoşînê di dîroka berxwedanê ya kurdan de îfade dike. Li ser bingeha hebûna xwe, xwebûn û rêyeke avakirina jiyana azad temsîl dike. Rêber Apo bi bilindkirina xebatên azadiya jinan re şoreşa jinan a ku îro li erdnîgariya me pêşve çûye, mimkun kiriye û li tevahiya cîhanê bûye îlham. Darên ku em her 4’ê Nîsanê diçînin sembola kok û kûrbûna têkoşîna jiyana azad a jin û gelan e.”
 
'Têkoşîna me ji bo têkbirina tecrîda li Îmraliyê ye'
 
Kongreya Star bal kşand ser tecrîfa li Imraliyê ya li ser rêberê PKK'ê Abdullah Oclalanû wiha da zanîn: “Em dixwazin wek Kongreya Star destnîşan bikin ku têkoşîna me bi giştî ji bo têkbirina tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê ye. Berxwedana me ne tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, ji bo azadiya bi temamî ye! Divê were zanîn ku wek jinên kurd, ji bilî jiyana azad a bi rêber Apo re em tu carî jiyaneke din qebûl nakin. Bi têkoşîna xwe re em destnîşan dikin ku em ê hesab û polîtîkayên qirêjî yên dewleta şerê taybet a Tirk û hêzên NATO'yê bê encam bikin.”
 
'Em ê bi Rêber Apo re azad bijîn'
 
Di dawiyê de Kongreya Star got ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a fizîkî geştir bikin û wiha lê zêde kir: “Ji bo ku 4’ê Nîsanê veguherînin cejneke azadiyê, em ê pêşengiya jinan di her aliyê jiyanê de mezin bikin. Em ê tecrîda Îmraliyê û pergala îşkenceyê ji hev bikin da ku bi Rêber Apo re azad bijîn.”