'Divê Peymana Stenbolê neyê betalkirin'

  • 15:49 4 Nîsan 2021
  • Rojane
AMED - Komîsyona Jinan a PSAKD'ê ya Amedê têkîldarî feshkirina Peymana Stenbolê li Mala Cemê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de feshkirina Peymana Stenbolê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku desthilatdar şûna feshkirina Peymana Stenbolê divê ev peyman pêk bîne.
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ya Amedê têkîldarî feshkirina Peymana Stenbolê li Mala Cemê ya Amedê daxuyanî da. Endam û rêveberên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Komîsyonê Sergul Akcan Platîn ve hate xwendin.
 
‘Feshkirina Peymana Stenbolê pêşiya tundiya li ser jinan vekir’
 
Sergul diyar kir ku feshkirina Peymana Stenbolê pêşiya qetilkirin û tundiya li ser jinan vekiriye û got: “Em dibînin ku ji ber zagonên ku nayê sepandin her roj herî kêm jinek ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Ji xeynî vê jin di her qadên civakê de bi polîtîkayên newekhev û dabeşkirinê re rûbirû tên. Gotinên desthilatdarê ku wek dijminatiya jinê dike her roj vê rastiyê zêdetir dixe berçav. Jin di hundirê malên xwe de, di karê de di dibistanan de rastî destdirêjiyê tên lê ji ber ku kiryar tên parastin û ji ber tunebûna mekanîzmayên parastinê jin bi bêdengbûnê re neçar tên hiştin. Bi vî awayî jin tên sûcdarkirin û rastî êrîşan tên.”
 
‘Şûna feshkirina Peymana Stenbolê divê ev peyman bê pêkanîn’
 
Sergul anî ziman ku desthîldatdar dewsa parastina jinê jiyana jinan dixe ber xetereyê. Sergul, got: “Peymana Stenbolê ku di aliyê zagonê de ji bo jinan rolek girîng digirt bi feshkkirinê newekhêviya li ser civakê xwe kûrtir kir. Em bang dikin ku desthilatdar bila ji vê şaştiyê vegere. Şûna feshkirina Peymana Stenbolê divê ev peyman bê pêkanîn. Heta ku daxwaza jinan neyê cih dê di her qadên jiyanê de ji bo jinan jiyanek bi xeternak pêk bê. Jin ji maf û daxwaza azadiya xwe paş gav navêjin.”