Jinan li Kolanên Cenevreyê 4'ê Nîsanê pîroz kirin

  • 13:18 4 Nîsan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kolanên bajarê Cenevre yê Swîsreyê, komek ji jinên kurd ên ciwan bi kincên xwe yên gelêrî li defê dan û 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
 
Aktîvîstên TÊKO-JIN li kolanên Cenevreyê 4'ê Nîsanê pîroz kirin û destnîşan kirin ku dem hatiye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in tecrîdkirî ye, azad bibe.
 
Ciwanan li defê dan, stran gotin û govend gerandin.
 
Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne", "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
 
Çalakiyê nêzî saetekê dewam kir û jinên ciwan ev bang li ciwanan kirin: "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Li ser vê bingehê heta azadiya Rêber Apo divê em li qadan bin."