Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye

  • 10:04 4 Nîsan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 26'emîn di roja 129'emîn de didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 26'emîn di roja 129'emîn de didome. 
 
Li Kampa Lavrîon a Yewnanistanê jî bi armanca piştgirîdayînê greva birçîbûnê ku hatiye destpêkirin di roja 90'î de berdewam dike.