'Dê 4'ê Nîsanê bibe roja serkeftin û azadiya gelê kurd'

  • 09:10 4 Nîsan 2021
  • Rojane
MEXMÛR-Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Pakîstan Bîlen rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got:"Em di wê baweriyê de ne ku dê 4'ê Nîsanê bibe roja serkeftin û azadiya gelê kurd."
 
Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Pakîstan Bîlen têkildarî 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan axivî. Pakîstanê wiha got:"Gelê kurd bi saya fikrê Rêber Apo pêşengtiya şoreşê dike."
 
'Gelê kurd bi saya fikrê Rêber Apo pêşengtiya şoreşê dike'
 
Pakîstanê bal kişand ser dewlemendiya dîroka gelê kurd û wiha got:"Dijminên gelê kurd ji bo civaka kurd a dewlemend ji holê rake bi her şêwazê li gor berjewendiyên xwe tev geriyane. Salên dûdirêj ev dîrok bi tu şêwazî nehat zanîn û veşartî ma. Tu dîrokê wek dîroka gelê kurd pêşengtî ji mirovahîyê re nekiriye. Di hemû aliyan de dîroka gelê kurd pir kevnar e, bi nirx e  û ji bo giştî gelê cîhanê jî pir watedar e. Wisa li gelê kurd hatibû kirin ku êdî gel bixwe jî nedizanî, xwedî dîrok in û mixabin hebûna kurdan ji bo neyaran pirsgirêk bû. Rewşa niha jî, pêvojaya em niha tê re derbas dibin, taybet wek gelê Kurdistanê, wek jin, wek ciwan xwe bi rêxistin kirinek pêşketî ye û êdî em bêtir hişyar in.  Gelê kurd li her cîhekî doza mafê xwe dike û vê berxwedanê bi israr didomine. Lê belê mirov dibîne ku di navbera rewşa berê û ya niha de ferqek pir mezin heye. Ev guhertin bixwe ber çênebûye. Bi saya Rêbertiya me, bi saya şehîdan û gelê kurd ê berxwedêr çêbûye. Li her cîhekî gelê kurd bûye xwedî nasname û xwedî li nasnameya xwe derdikeve, bûye xwedî îrade. Ev ji bo me girîng e. Ji bo me pir bi nirx e. Ji ber ku gelê kurd êdî dikare bi van bibin xwedî statu û xwedî nasname. Ew gelê ku digotin tune ye, niha pêşengiya şoreşekê dikin. Niha li gelek cîhan behsa statuya gelê kurd dikin. Berxwedana heyî, asta heyî, statuya heyî bi saya roja 4’ê Nîsanê ye. Bi saya Rêbertiya me ye. Gelê kurd bi saya fikrê Rêber Apo pêşengtiya şoreşê dike. Eger îro em van tiştan tînîn ser ziman, ev tê wê wateyê ku ev rojbûn rojbûna gelê kurd e. Gelê kurd bi vê rojê dikare xwe bi rêxistin bike. Dikare li her cîhekî xwedî statu be, xwedî nasname be. "
 
'Ev rojeke bi nirx û bi wate ye'
 
Pakîstanê têkildarî girîngiya 4’ê Nîsanê  wiha berdewam kir:"Rojbûna Rêbertî, rojbûna gelê kurd e. Ev roj ji bo jinê zêdetir xwedî wate ye, hişmendiyek hezar salan li ser jinê hatibû ferzkirin. Pergala heyî jin her ji bo berjewendiya xwe bi kar anîye. Timî jin bûye amûrê reklamên wan û bûne amûrê berjewendiya wan. Êdî jin bi saya roja 4'ê Nîsanê xwedî hebûn e. Êdî li her qadekê jin li ser pîyan e. Çawa ku gelê kurd şoreşek ava kir, heman tişt ji bo jinê jî wisa bû. Ger jinên kurd xwedî vê zanebûnê bin, ev tê wê wateyê ku giştî jinên cîhanê jî wisa ye. Ji ber desthilatdariya heyî li ser giştî jinên cîhanê tê meşandin. Îro jina kurd bi felsefeya Rêber Apo ya civaka demokratîk dimeşe û dibe pêşengê tevahî jinên cîhanê. Êdî zanebûn û îradeya jina kurd li tevahî cîhanê belav bûye. Em giştî vê rojê bigirin dest ev roj rojek bi nirx û bi wate ye. Em  dikarin bi vê rojê bigihêjin serkeftinê û gelê kurd bi vê rojê ji nû de xwe ava kir. Bi saya vê rojê wê gelê kurd bigihêje serkeftinê. Mirov ji bo vê rojê çi jî bêje nikare bi lêv bike û bi rojan nayê îfadekirin. Di  asta  jiyanê de, di asta fikir de ev roj ji bo me, bi wate ye."