Girtiya nexweş Şîvekar: Nêzîkatiya li hemberê rêberê me li hemberê me ye

  • 09:06 4 Nîsan 2021
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Girtiya nexweş Şîvekar, derbarê hevdîtina telefonê ya 4 deqeyan ku Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anî û piştre hat qûtkirin de, nirxandin kir û got:  "Êdî em girtî dernakevin hevdîtinan û hevdîtinên telefonan jî. Her wiha dê greva birçîbûnê jî bidomînin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. Li girtîgehan bi daxwaza ku tecrîd bê rakirin û binpêkirinên mafên girtiyan bi dawî bibin girtî di 27’ê Mijdarê de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Greva birçîbûnê 129 roj in didomin. Girtiya bi navê Şîvekar Ataş ya ku nexweşa dile û 5 sal in girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne, bertek nîşanî qutkirina hevdîtinê da. 
 
Şîvekarê, di hevdîtina telefonê ya bi dayika Rabîa Ataş re kir de derbarê tecrîdê û qûtkirina hevdîtina telefonê ya bi Abdullah Ocalan re nirxand. Dayika Şîvekar  Rabîay da zanîn ku keça wê gotiye ku êdî dernakevin hevdîtina telefonê û gotinên Şîvekarê wiha ragîhand: “Bi Rêbertiya me re hevdîtinek telefonê pêk hat. Piştî 4 deqeyan telefon hat girtin. Ev rêzdarî li hember me ye. Em vê qebûl nakin. Em bi vê nasekinin. Em çalakiya xwe bi dawî nakin, çi dibe bila bibe em greva xwe didomînin. Ya wê ji mafên xwe fêdeyê bigire an jî em ê çalakiya xwe bidomînin. Divê ji mafên qanûnî fêdeyê bigire. Hewce bike em dernakevin hevdîtinan. Em li malbatên xwe nagerin. Nêzîkatiya li hember rêberê me, li hember me ye. Em vê nêzîkatiya li hember wî qebûl nakin. Bila her kes wisa bizane.”
 
‘Bila bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk bê’
 
Rabîayê jî da zanîn ku qutkirina hevdîtina telefonê ya bi Abdullah Ocalan re şaşe û got: “Bi mîlyonan kes agahiyekê dipê. Derbarê ewlehî û tenduristiya wî de fikar hene. Hemû girtî ketine grevê ji bo vê. Ger agahiyek neyê girtin wê zarokên me bikevin rojiya mirinê. Em naxwazin ji zindanan cenaze derkevin. Bila Birêz Ocalan ji mafên xwe fêdeyê bigire. Ne malbat û ne parêzer dikarin biçin. Em bang li wezareta dadê dikin. Em bang li partiyên siyasî dikin. Em bang li kesên xwedî wijdan dikin. Bila ji bo çareseriya vê pêngavekê bavêjin. Bila bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk bên. Ev mafê herî xwezayî ye.”
 
‘Em dayik in em nikarin bêdeng bimînin’
 
Rabîayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê êdî dawî li vê bînin. Em agahiyekî ji Ocalan negirin wê rewş hîn bêtir xera bibe. Dema em agahiyekê bigirin em bi rehetiya wî dijîn. Em fikr û nêrînên wî esas digirin. Jiyana me hîn xweşiktir dibe. Belkî aştî jî pêk bê. Belkî zarokên me ji zindanan derkevin. Heta tecrîd bidome wê rewş jî xerabe. Bila cenaze ji zindanan dernekevin. Bila malbat bêdeng nemînin. Di çalakiya beriya vê de çend kes mirin. Gunehê wan li stûyê wan. Yên bêdeng hevkarî vî sûcî ne. Bila destê xwe bidin ser wijdana xwe. Em hemû li vî welatî dîlgirtîne. Divê ev wisa nemeşe. Divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk bên. Bila zarokên me nekevin rojiya mirinê. Em dayik in, em nikarin bêdeng bimînin. Kezeba me parçe dibe. Bila her kes destê xwe bide ser wijdana xwe.”