‘Girtina HDP’ê darbeya li dijî destkeftiyên jinê ye’

  • 09:04 4 Nîsan 2021
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Jinên HDP’î diyar kirin ku partiya wan partiya jinê ye û doza girtina HDP’ê wek ‘darbeya li dijî destkeftiyên jinê’ nirxandin.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê ve bi armanca girtina HDP’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) doz vekir. Raportorê di dozê de hat peywirdakirin jî der barê lêkolîna ewil a îdianemeyê de rapora amade kiribû pêşkêşî DDB’ê kir. Lijneya Giştî ya DDB’ê lêpirsîna ewil a doza girtina der barê HDP’ê de temam kir. DDB’ê kêmasiyên di alî şêwazê de tespît kir û bi yek dengî biryara radestkirina îdianameyê ya ji bo Serdozgeriya Dadgeriyê da.
 
Jinên HDP’î yên Wanê der barê doza girtina partiya wan de nirxandin kirin û diyar kirin ku HDP destkeftiyeke têkoşîna jinê ye û gotin ew tu car dest ji partiya xwe bernadin.
 
‘HDP partiyeke li pişt gelê xwe ye’
 
Rêvebera HDP’a Erdîşê Hatîce Yildiz der barê mijarê de axivî û bi lêv kir ku girtin wê demokrasiya welat hîn bêtir şûnde bixîne û wiha got: “Bi girtina partiyê nikarin îradeya gel bişkînin. Çiqas partî hatin girtin lê nebû çareserî. Em wek pêla behrê hatin û em ê dîsa wisa bên. Partiya me wisa sê çar kesên ku çûn YSK’ê û partî vekirin nîne. Partiyekek bi kok e. Partiyeke ku bedel daye. Partiya gel e. Partiyeke li pişt gelê xwe ye.”
 
‘HDP mozaîka gelan e’
 
Hatîceyê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo ji kaos û krîzê derkeve, dixwaze HDP’ê biçewisîne û vê rewşê qebûl nakin. HDP mozaîka gelan e. Nikare bê girtin. Tu ji bo 600 siyasetmedarê wê qedexeyê tînî gelo tu yê mîlyonan çi bikî? Di 8’ê Adarê Newrozê de jinan, ciwanan, gelê kurd got ‘HDP gel e’. Bi girtin û zextan niha bi hezaran endamên wê girtî ne. Gelo HDP bi vê qediya? Ev bû çare? Na. Heta niha gelek partî girtin, lê bi mîlyonan kes di bin HDP’ê de bûn yek. Binêrin em dîsa li vir in.”
 
‘HDP partiya Mazlûm Doganan e’
 
Rêvebera HDP’a Wanê Gurbet Oktay jî daxuyakirin ku HDP partiya jina ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP partiya Mazlûm Doganan e. Partiya Ferhatan e. Wisa hêsan nehat avakirin. HDP gel e, gel li vir e. HDP li ser têkoşîna jinê hatiye avakirin.”
 
‘Wê têkoşîna me hîn bêtir xurt bidome’
 
Hevseroka HDP’a Erdîşê Sarya Bîlîcî: “HDP’ê bigirin em ê bi navekî din dîsa têkoşîna xwe bidomînin. Girtina HDP’ê ji bo wan fêde nake. Wê evqas mirovî çawa bigirin. Ji salên 90’î heta niha gelek partî hatin avakirin û girtin. Lê me bi awayekî xurt têkoşîna xwe domand. HDP partiyeke ku Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez di bin sîwana wê de hatiye gel hev e. HDP nikare bê girtin.”
 
‘HDP destkeftiya jinê ye, armanc tunekirin e’
 
Hevsroka HDP’a Qelqeliyê Sakîne Kutpinar: “Bi qeyûman re destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Qeyûmên hatin jî hemû tiştên der barê jinan de tune kirin. Ev du dem in HDP’ê bi hevserokatiyê şaredarî girtin. Pêşî dan jinan. Lê qeyûm hatin û destkeftiyên jinan tune kirin. HDP jî bi heman mantiqî hewl tê dayîn bê girtin. Girtina HDP’ê êrîşa li hember destkeftiyên jinê ye. Em vê peyamê aşkera dibînin; HDP destkeftiya jinê ye. Armanca tunekirina destkeftiyan e. Em tu car dest ji partiya xwe bernadin. Di her şertî de em ê jin têkoşîna xwe bidomînin.”