Li Wargeha Mexmûrê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

  • 08:18 4 Nîsan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê û (TJCM)  şahiyek hat lidarxistin û paste hat birîn.
 
Bi wesîleya 72'yemîn Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) şahiyek girseyî hat lidarxistin. Şahî li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin. Beriya ku bername dest pê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. 
 
Piştre li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê Rehîm Mijînî derbarê wate û girîngiya vê rojê  axivî û got: “Di serî de em bi xêrhatina hemû gelê xwe dikin. Em vê rojê li Rêber Apo, Şervanên Azadiyê, girtiyên di zîndanan de li berxwe didin û li tevahî gelê kurd pîroz dikin. Ev roj roja rojbûna Rêberê me ye, em weke gelê kurd minnetdarê Dayika Uweş in ku Rêberekî wiha ji bo me anî dinyayê. Em çi jî bikin em nikarin mafê Rêber Apo û Dayê Uweş bidin. Pêwîst e em weke gelê kurd û tevahî gelên bin dest xwedî li Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ derbikevin da ku em Rêber Apo bi awayekî fîzîkî rizgar bikin. Em jî weke gelê Wargeha Mexmûrê heta em serokê xwe azad nekin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
 
‘Yê xwedî li jinê derketiye Rêber Apo ye’
 
Dayê Eqîda Qebûl jî derbarê roja 4’ê Nîsanê de hestên xwe bi me re parve kir û got: “ Di serî de ez vê roja pîroz li Rêber Apo û tevahî gelê kurd pîroz dikim. Rojbûna Rêber Apo ne tenê ya Rêbertî ye rojbûna tevahî gelê kurd e, bi taybetî jî rojbûna me jinan e. Rojbûna Rêbertî ji bo me rojeke pir taybet e û em vê rojê weke cejnekê digirin dest. Pêwîst e em jinên kurd li her qadê rabin serxwe û li ber xwe bidin. Ji bo ku em Rêber Apo azad bikin çi dibe bila bibe çi ji destên me were pêwîst e em bikin û li Rêberê xwe xwedî derbikevin. Ji ber vê ku di nava cîhanê yê li jinê xwedî derketî Rêber Apo ye. Ji bo wê jî pêwîst e em li serokê xwe xwedî derbikevin û serokê xwe azad bikin.” 
 
Piştî axaftina li ser wate û girîngiya vê rojê sînevîzyonek ji dahurandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pêşandan. Piştre paste hat birîn û Koma Şehîd Delîla şahî bi stranên xwe ve geş kirin.
 
Şahî bi gerandina govendê û bi berzkirina dirûşma “4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz be” , “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.