Rêxistina HDP'ê çû serdana Emîne Şenyaşar

  • 16:44 3 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Rihayê çû serdana piştevaniyê ya ji bo Emîne Şenyaşar. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê û Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu çû serdana piştevaniyê ya ji bo Emîne Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê ev 26 roj in nobeta edaletê digire. Ayşeyê di serdanê de diyar kir ku ew her li gel malbata Şenyaşar e. 
 
Emîneyê bêhiqûqiya pê rû bi rû mane bi bîr xist û wiha got:"Lawê min ev 3 sal in li hucreya yekkesî bi awayekî bêhiqûqî tê darizandin. Malbata min belav kirin û niha jî bi awayekî bêhiqûqî ceza li lawê min birîn. Em çûn Enqereyê gotin li vir edalet di bin erdê de ye. Em ê jî edaleta di bin erdê de derxin. Heta edalet bi cih bê em li vir in. Madem tu dewletî wê demê hemû tiştên veşartî derxe."