Em soza edaletê didin 'Emîne Şenyaşar'

  • 15:15 3 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê di daxuyaniya têkildarî cezayê li Fadil Şenyaşar hat birîn de wiha got:"Em soza edaletê didin 'Emîne Şenyaşar'."
 
Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de berî hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êriş kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar, kurên wî Celal û Adil Şenyaşar bi tevahî 4 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Do di rûniştina doza li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletê hatibû destpêkirin de biryar hat dayin. Heyeta dadgehê 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar ê du bira û bavê wî hat kuştin û ew jî bi birîndarî xistin girtîgehê, birî. Her wiha 18 sal ceza li Enver Yildiz hat birîn. Biryara berdewamiya girtiya herdu bersûcan hat dayin. Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê têkildarî mijarê daxuyanî da. 
 
Em soza edaletê didin 'Emîne Şenyaşar'
 
Di daxuyaniya ku bertek ji bo cezayê li Fadil Şenyaşar hat birîn hat dayin de wiha hat gotin:"Lêpirsîna ku derbarê dozaê de hat kirin ne adîl e. Em ê wekî Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê çi ji destên me bê em ê bikin. Em soza edaletê didin 'Emîne Şenyaşar'."