Li Mêrdînê ciwanan ji bo hatina biharê şahî li dar xistin
- 14:35 3 Nîsan 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi stran, helbest û sînevîzyonê li avahiya HDP'ê şahî li dar xistin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pîrozkirina hatina biharê li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê şahî li dar xist. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar, rêxistina HDP'ê ya navçe û bajêr beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de stran hatin gotin, ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sînevîzyon nîşan dan.
Di şahiyê de Pero axivî û wiha got: "Hatina me ya ba hev hêz dide. Dibe moral. 8'ê Adarê bû mizgîniya 21'ê Adarê. Her du şahî, coşa wê rojê me şa kir. Ew şahî li dîjî êriş û binpêkirina mafan serhildanek bû. Em ê vê serhildana xwe tim bi bîr bînin."