Ji malbata Şenyaşar banga piştevaniyê

  • 13:48 3 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferit Şenyaşar 26 roj in li pêş Qesra Edaletê ya Rihayê nobeta Edaletê digirin. Malbata Şenyaşar, bang li hemû rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan kirin ku piştevaniya wan a ji bo edaletê bikin. 
 
Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz di 14'ê hezîrana 2018'an de dema eznaf ziyaret dikirin, li dikana Heci Esvet Şenyaşar êrîşî wî û lawê wî kiribûn. Di êrîşê de bav û 2 law kuştin û 2 law jî birîndar kirin. Piştî bûyerê lawê wan ê birîndar Fadil Şenyaşar girtin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferit Şenyaşar ji bo lêgerîna Edaletê 26 roj in li pêş Qesra Edaletê ya Rihayê nobeta Edaletê digirin. Mehmet Şenyaşar jî îro tevli nobeta Edaletê bû. 
 
Piştî 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî, Ferît Şenyaşar ê duh tevli danişina dozê bû bertek nîşanî biryara dadgehê da. Ferît Şenyaşar,  bang li parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û hiqûqnasan kir û xwest li diji vê neheqiyê hestiyar tev bigerin.