Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Abdullah Ocalan

  • 11:27 3 Nîsan 2021
  • Rojane
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Rendeyê ya Cosenza ya herêma Calabrîayê ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
Meclîsa Şaredariyê ya Rendeyê ya bi ser bajarê Cosenza Îtalyayê bi yek dengî hemwelatîbûna rûmetê da Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan.
 
Şaredarê Rendeyê Marcello Manna li Meclîsa Şaredariyê axivî û diyar kir wî dengê xwe daye hemwelatîbûna rûmetê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got, ”Bi vê biryarê me xwest giringiya mafê mirovan destnîşan bikin. Bi me çalakiyeke hewce ye ku were destnîşankirin li Tirkiyê mafê mirovan tê redkirin.”
 
Manna diyar kir Abdullah Ocalan ji bo ku pirsa kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe têdikoşe û got, ”Konfederaliya demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd pêşniyar kiriye, modeleke alternatîf a civakî ye ku xwe dispêre ser wekheviyê, cihêrengiya etnîk, dîn, çandî û zayendî.”
 
Endama Komîteya Çandê ya Meclîsa Şaredariyê Marta Petrusewîcz xelata ku Bûroya Aştiyê ya Navnetewî (IPB Italya) 2016’an dayî Rêber Ocalan bi bîr xist û got, ”Ne tesadûf e ku layiqî vê xelatê hatiye dîtin. Abdullah Oalan ku di pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn de bi roleke kilîdê ye, sembola têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e.”
 
Petrusewîcz diyar kir Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo ku têkoşîna çekdarî ya ku ji 40 salan zêdetir dom kiriye bîne ser aştiya mayinde têkoşîna siyasî dide û got, ”Ev 22 sal in li girtîgeheke taybet a tirk a li Girava Îmraliyê tecrîd li ser tê ferzkirin. Mafê mirovan tê binpêkirin, tim taloke li ser jiyana wî heye, nayê hiştin ku malbat û parêzer wî bibînin.”
 
Endama Meclîsê Lîsa Sorrentîno jî bi bîr xist ku dewleta tirk hebûna kurdan înkar dike, gundê wan dişewitîne, bi hezaran kurd qetil dike û îşkenceyê li wan dike.
 
Heta niha li Îtalyayê gelek şaredariyan hemwelatîbûna rûmetê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan. Heta niha van şaredariyan hemwelatîbûna rûmetê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi û Fossalto.