Encamnameya forûma 'Ji bo îradeya gelan edalet' hat aşkerakirin

  • 11:17 3 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya forûma "'Ji bo îradeya gelan edalet" ya HDP'ê hat aşkerakirin û wiha hat gotin: "Em ê mîna hemû aliyên demokrasîxwaz, di vê pêvajoyê de, li cem hev bin û li dijî faşîzmê, di xeta têkoşîna hevpar de tim li ber xwe bidin. Em ê destûrê nedin ku HDP bê girtin û em ê hizra HDP’ê li hemû qadên ku em lê ne bidin jîyin." 
 
Lijneya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrdînê forûma bi sernavê “Ji bo îradeya gelan edalet” li dar xistibû encamnameya xwe aşkera kir. 
 
Di encamnameyê de wiha hat gotin:
 
Forûma 'Ji bo îradeya gelan edalet' ya ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokaratîk ve di çarçoveya kampanyaya “Ji bo her kesî edalet” ya 8’ê sibata 2021’ê hat destpêkirin, bi tevlîbûna Baroyên Herêmê, Karsaz, Rûspî, Hilbijartî, Koordînasyonên Piştevaniyê yên Zanîngehan, Piştevaniya Bogazîçiyê, Platformên Jinan, Rêxistinên Baweriyan, Komele, Sendîka, Odeyên Pîşeyan û nûnerên STO’yan jî di nav de,  ji sê sedî zêdetir kesan li Mêrdînê pêk hat. 
 
Di civînê de; mijarên mîna êrîşên li dijî HDP’ê yên siyasî û darazî, betalkirina parlamenteriyan, Peymana Stenbolê, êrîşên li dijî civakê, tayînkirina qeyûman li ser şaredarî û zanîngeha Bogazîçiyê û cînayetên jinan li ser gelek mijaran nîqaş hatin kirin. Di vê çarçoveyê de di nirxandinan de ev derketin pêş: 
 
Em ê her tim rastiyê  bêjin 
 
Demek e dirêj e, Tirkiye ji aliyê kesekî ve tê birêvebirin. Rejîma yekkesî îradeya gel nas nake, ji bilî xwe her kesî bi terorîstiyê sûcdar dike. Daxwazên hevkarê biçûk pir bi lezgînî ji aliyê hevkarê mezin ve bi cih tên û mafên herî bingehîn tên xespkirin. Yên behsa demokrasiya sindoqê dikin, di rewşa heyî de îradeya bi sindoqan diyar bûye bin pê dike, kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji peywirê digire û wan davêje zindanê. Em ê wek berê, niha jî li hemberî vê ferasetê li ser bingeha mafên bigehîn têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em ê her tim rastiyê li rûyê zaliman bêjin.   
 
95 şaredar hatin xespkirin
 
Rejîma qeyûm ya bi xespkirina 95 şaredariyên DBP’ê di 2016’an de dest pê kir; îro roj li tevahiya Tirkiyeyê di meriyetê de ye. Tehemûla desthilatê li hemberî muhalefetê nemaye û di her firsendê de ji bo dengê wan bitepsîne êrîş dike. Qanûna ku li meclisê hat qebûlkirin û civaka sivîl dike hedef û pêşî li tayînkirina qeyûman vedike, encama vê rejîma zordar e.  
 
Dê îradeya gel bi ser keve 
  
Ciwanên ku di nav muhalîfan de herî zêde dengê wan dertê, di vê serdemê de dîsa bûn hedefa rejîma yekkesî.  Ciwanên ‘dislike’ dikin û dibêjin ji bo we ‘deng meng tune ye’ bûne xewnereşka rejîma yekkesî. Tayînkirina qeyûm li ser zanîngeha Bogazîçiyê nîşaneya vê tirsa wan e. Em ên demokrasiyê dixwazin û kesên dixwazin îradeya wan bê naskirin, em ê qeyûman nas nekin û bi biryardarî em ê têkoşîna xwe ya li dijî rejîma qeyûm bidomînin ku dixwazin li her dera welat serwer bikin. Dê qeyûm herin û îradeya gel bi ser bikeve!
 
Welat ber bi felaketê û rojên tarî ve diçe 
 
Hevparên îktîdarê hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî binpê dikin û nahêlin birêz Abdullah Ocalan mafên xwe yên hiqûqî bi kar bîne. Ji ber ku li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye hemû welat ber bi felaketê û rojên tarî ve diçe. Ji ber ku îktîdar di tecrîdê de israr dike di nav civakê de alozî bêtir zêde dibin. Îro 128 roj in li girtîgehan bi armanca tercîd were rakirin greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û ev daxwaz qêrîna li dijî tecrîdê ye. Di 21’ê adarê de bi milyonan kesan qadên Newrozê tije kirin, piştgirî dan daxwaza girtiyan û bi dengekî bilind ji hemû kesî re ragihandin ku divê polîtîkaya tecrîdê were bidawîkirin. Em ê jî bi piştgiriya gelê xwe li hemberî polîtîkayên tecrîdê ku Tirkiyeyê tarî dike, têkoşîneke hevpar bimeşînin.
 
Polîtîkayên dijberiya jinan didomin
 
Tayînkirina qeyûman wek siya rejîma yek zilam e û li herêman polîtîkayên dijberiya jinan didomînin. Qeyûman dema dest bi kar kirin wekî karê ewil deskeftiyên jinan hedef girtin, zilam tayînî midûriyetên jinan kirin, li aliyekî midûriyet bêbandor kirin û li aliyê din jî saziyên jinan hatin bêbandorkirin. Ji bo jinên ku rastî tundiyê tên ‘Xetên Alo Tundî’ (Alo Şiddet Hattı) hatin vekirin û ev xet jî ji aliyê qeyûman ve hat betalkirin. Di vê pêvajoyê de stargehên jinan û navendên jiyanê ya jinan hatin bêbandorkirin û wisa kirin ku ev navend bi awayekî fîîlî xebatên xwe nedin meşandin.
 
Bi rakirina peymanê feraseta xwe nîşandan
 
Hişmendiya qeyûmparêz ku welat ji rêve dibe, Peymana Stenbolê ku di encama nîqaşên salan de hatiye amadekirin bi şevekê rakirin. Hişmendiya mêrê serdest a îktîdarê bi rakirina vê peymanê ve feraseta xwe ya li hemberî jinan careke din dan nîşandan.  Bloka AKP-MHP’ê bi vê biryarê ve ragihandiye ku xwedî li tecawizkaran derdikevin û her wiha piştgirî dan tecawizkaran. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê qatilê jinên ku tên qetilkirin ev îktîdara faşîst e. Îktîdara AKP-MHP’ê careke din diyar kirin ku dijminên jinan in. Em ê biryara yek zilam a xwevekişandina Peymana Stenbolê nas nekin û vê biryarê qebûl nakin. Jinan di encama têkoşîna salan de wek deskeftî Peymana Stenbolê bi dest xistin û em ê li hemberî feraseta zilamê serdest vê peymanê biparêzin.
 
Em ê xwedî li ziman, çand, axa xwe derkevin
 
Hemû civakên kêmîne ên ku li Tirkiyeyê dijîn bi êrîşên sîstematîk ên îqtîdarê re rû bi rû mane. Nahêlin ku gel bi zimanên xwe biaxivin, mafê wan ê perwerdeya zimanê zikmakî tê astengkirin, jîwarên wan ji bo berjewendiyan şexsî tên talankirin, çanda wan tune tê hesibandin. Perestgehên aîdê civak û baweriyên cuda ji aliyê desthilatdariyê ve ji bo ji ser rant bi dest bixin vediguherînin cihên turîstîk. Desthilatdariya ku li ser hesasiyetên dînî propagandaya xwe ya siyasî dimeşîne û li ser vê yekê nêzîkî komên baweriyan yên cuda cuda dibe, di babeta durûtiyê de nimûneyeke berceste ye. Em ê ji  bo Gelê Kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn; zimanê xwe, çanda xwe, baweriya xwe, axa xwe û zanava xwe di çarçoveyeke azad de bijîn têbikoşin.
 
Em ê hizra HDP’yê bidin jiyîn
 
Li ser israr û hedefnîşandana şirîkê piçûk yê desthilatdariyê û bi erêkirina şirîkê wê yê mezin re Serdozgeriya Komarê ya Darazê ji bo girtina HDP’ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn xist û doz da vekirin, ev yek nîşaneya rizîbûna siyasî ye. Ew her du şirîkên ku ji hêla siyasî ve li beramberî HDP’ê têk çûne bi rêya darazê dixwazin HDP’ê ji qada siyasetê bidin tasfiyekirin. Ji wê doznameya eletewş jî dixuyê ku ev biryar ne hiqûqî ye û aşkera ye ku bi egerên siyasî hatiye amadekirin.  
 
Armanca bloka AKP-MHP ya desthilatdariyê ew e  ku di nav gel de ragêşiyan zêde bike. Bo vê yekê zimanê siyasetê yê ku gel cuda dike û berberiyê dixe nav gel bi kar tîne. Nûnerên faşîzmê yên ku HDP’ê û gelên ku dengê xwe dane HDP’ê kirine benûştê devê xwe, di vê pêvajoyê de jî dev ji gotin û gotarên xwe yên çors bernedan. Ew milyonên ku di 8’ê adarê û 21’ê adarê de qadan dagirtin bûne bersiv li  dijî vê ferasetê. 
 
Doza girtinê ya ku li ser HDP’ê hatiye vekirin, parçeyek ji hewldanên; serkutkirin û bêdengkirina civakan e. Em ê mîna hemû aliyên demokrasîxwaz, di vê pêvajoyê de, li cem hev bin û li dijî faşîzmê, di xeta têkoşîna hevpar de tim li ber xwe bidin. Em ê destûrê nedin ku HDP bê girtin û em ê hizra HDP’ê li hemû qadên ku em lê ne bidin jîyin."