Li Mexmûrê koma 54'emîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:44 3 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, koma 54’ê dewir girt. Çalakî 107 roj in didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 54’an dewir girt. Çalakî 107 roj in didome. 
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Li ser navê koma 53'yemîn çalakvan Bedran Piranî axîvî: "Îro li her çar parçeyên Kurdistanê dijmin êrişê deskeftiyên Gelê Kurd dike. Dijmin di kesayeta Rêber Apo de Gelê Kurd dil digire. Dewleta tirk a li hemberê parlamenterên li bakurê Kurdistanê, li hemberî herêmen parastina medya û bi taybet jî li hemberî rêberê me tecrîdek daniye. Niha nahêlin ku bi rêbertiya me re hevdîtin pêk bê. 
 
Rêberê me di meha nîsanê de hat dinê û 4'ê Nîsanê roja rojbûna rêberê me ye. Em wê rojê pîroz dikin û dibêjîn bijî Serok Apo û be serok jiyan nabê."
 
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindana", "Şehîd namirin" û  "4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz be” bi dawî bû.