Seyhan Başak li girtîgehê bi îşkenceya lêgerîna tazî re rûbirû ma

  • 10:33 3 Nîsan 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak piştî ku hat girtin li girtîgehê ji hêla gardiyanan ve bi îşkenceyê re rûbirû ma. Parêzera wê Harika Gunay Karataş diyar kir ku derbarê mijarê de dê giliyê sûc bikin û got: "Ji hêla gardiyanan ve dest û piyê vê hatiye girtin û cilê wê bi zorê hatiye derxistin û bi heman rêbazê bi zorê cilê lêdikin." 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Seyhan Başak, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê bi rêve bir de, di 25'ê Adarê de li Êlihê hatibû binçavkirin. Piştî ku Seyhan hat binçavkirin, anîn Colemêrgê. Seyhan 6 rojan li Miduriyeta Polîsan a Bajêr a Colemêrgê dibin çavan de ma. Seyhan piştî lêpirsîna dozger, sewqî dadgehê hat kirin. Di 31'ê adarê de dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Seyhanê de biryara girtinê da.
 
Seyhan şandin Girtîgeha Sergirtî ya Colemêrgê. Hat diyar kirin ku dema Seyhan birîn girtîgehê ji şîdet û îşkenceya gardiyana re rûbir û maye û lêgerîna bi tazî lê hatiye ferzkirin.
 
Derbarê bûyerê de parêzera Seyhanê Harika Gunay Karataş ji ajansa me re axivî û diyar kir ku binçavkirina Seyhanê bê hiqûqî ye û got: "5 rojan di binçavan de maye. Piştî ku biryara girtina wê hatiye dayîn heta saet 20.00'an li edliyê hatiye rawestandin û piştre ew birine girtîgehê."
 
Parêzer Harîka, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa Seyhanê: "Li ber deriyê girtîgehê ji hêla du gardiyanên jin ve hatiye pêşwazikirin. Her du gartiyan lêgerîna tazî lê ferz kiriye. Seyhana ku li dijî wê yekê derket ji şîdeta gardiyanan re rûbi rû maye. Her wiha bi fermana gartiyanekî mêr 2 gardiyanên jin ên din jî hatin, dest û piyê ve girtin û bi zorê cilê wê derxistine. Kazaxê wê dirandin lê lêgerîn nekirin û her wiha muayeneya bedenê jî nekirine. Sedema wê yekê şikandina rûmetê ye. Li hemberî girtiyên siyasî wisa dikin. Dîsa dest û piyê wê digirin û bi zorê cil lêdikin."
 
Harîka, destnîşan kir ku Seyhan xwest rapor bigire û lê rapor nehatiye dayîn û got: "Seyhan piştî ku ket girtîgehê çûye revîrê û xwestiye rapor bigire. Çend behsa şîdet û îşkenceyê li hemberî xwe kiriye jî ji hêla doktoran ve rapor nehatiye dayîn. Ev tişt tê wateya ku doktor jî heman sûcê dike. Me hevdîtin bi dozgeriya girtîgehê re kir. Dozger jî nêzikatiyeke bê hiqûqî nîşan da û bersiv neda pirsên me."
 
Harîka, herî dawiyê diyar kir ku dê derbarê mijarê de giliyê sûc bikin.