‘Keça min întîxar nekir, hat kuştin’

  • 09:06 3 Nîsan 2021
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Du sal berê li navçeya Gêlê ya Amedê hat îdiakirin ku jina bi navê Ayten Kaya întîxar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. Malbata wê diyar kir ku keça wan întîxar nekiriye û gotin wê tu car dest ji dozê bernedin.
 
Di 16’ê îlona 2019’an de li taxa Basraf a Gêla Amedê jina bi navê Ayten Kaya ya 35 salî biguman jiyana xwe ji dest da. Der barê rewşê de tu pêşketin çênebû. Di 17’ê îlona 2019'an de mêrê bi Aytenê re zewicandî, Haşîm Kaya di çarçoveya lêpirsîna li Dozgeriya Komarê ya Gêlê dihat meşandin de îfade da. Haşîm Kaya piştî îfadeyê hat berdan û naveroka îfadeya daye dozger nehat zanîn. Ji 2019’an heta niha tu pêşketin nehat jiyîn. Malbata Aytenê da zanîn ku lêpirsîneke bi rêk û pêk nehatiye meşandin.
 
‘Ji ber keça min qebûl nedikir bi ser de diçûn’
 
Dayika Aytenê, Necîma Boyundur, daxuyakirin ku keça wê roja bûyerê li wê geriyaye û got: “Keça min got ‘dayê pirsgirêk di navbera me de heye. Hîna ku te ji cihekî nebihistiye ez bêjim’. Piştî vê gotinê telefon hat girtin. Weke ku yek telefonê ji dest bigire. Beriya bûyer bê jiyîn, xwesûya wê dibêje ew ê bar bike bajar û ji keça min re dibêje tu li gund bimîne li sewalan binêre. Keça min jî dibêje 21 sale ji wan re xizmetê dike, westiyaye nikare êdî binêre. Li ser vê xwesûya wê bi ser de diçe. Hevjînê wê tije dike. Her tim diçû mala keça min û dihat. Keça min ji vê gelek nerehet bû.”
 
‘Keça min întîxar nekir’
 
Necîmayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku çawa agahî girtine çûne ber morgê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Agahî dereng dan me. Me agahiya mirina keça min 8-9 saet şûnde girt. Heta ji destê wan bihata nedihiştin em bigihêjin cenazeyê jî. Em çûn morgê bedena keça min hemû mor bû. Ji ber derbkirinê her derê wê mor bûbû. Keça min teqez întîxar nekiriye. Keça min kuştin û gotin întîxar e. Xesûya wê dibêje saet di 05.00’ê sibehê de çûye mala wê û mirî dîtine. Gelo wê saetê çi karê wê li mala keça min hebû.”
 
‘Kes bawer nake ku întîxar e’
 
Necîmayê bertekên xwe wiha berdewam kir: "Serbazekî li qerekolê got Aytenê întîxar nekiriye, hatiye xeniqandin. Doktor jî got rojek beriya bûyerê şîdet dîtiye. Her kesî got sedema mirina keça min hevjîn û malbata hevjînê wê ye. Roja cenazeyê du keçê min ji hevjînê wê re gotin ji ber xesûya wê hatiye qetilkirin û hevjînê wê jî weke ku erê bike serê xwe hejand. Roja cenazeyê zarokên wê jî gotin ‘bavê me dayika me kuşt’. Zarokên wê ji roja ewil de dibêjin dayika wan întîxar nekiriye."
 
‘Em dest ji dozê bernadin’
 
Necîmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi rêk û pêk lêpirsîn nayê meşandin û wiha dawî lê anî: “Ewil binçavkirin çêbû û piştre berdan. Piştre lêpirsînek baş nehat meşandin. Niha gazî endamên malbatê dikin ew jî diçin bêdeng dimînin û tên berdan. Zarokên keça min jî hatine tirsandin û ji ber vê di îfadeyê de naaxivin. Em malbata wê tu car dest ji dozê bernadin. Ez carek din dibêjim. Keça min întîxar nekir, hat qetilkirin. Ez bang li hemû rêxistinên jinan dikim ku piştgiriyê bidin.”
 
Parêzerê dozê jî da zanîn ku ew dipên ku di pêvajoyên pêş de îdianame bê amadekirin.