ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 3 Nîsan 2021
  • Rojev
 
*Li Tirkiyeyê tevgera jinan, di mijara wekheviya zayenda civakî de, bi ked û hewldaneke mezin riyeke gelek dirêj li pey xwe hiştiye. Di mijara mafên jinan de destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Polîtîkayên girîng ên ku wekheviya zayenda civakî hedef dikir, pêş xistin. Di mijara mafên qanûnî de, ji bo avêtina gavên girîng pêşengî kirin. Îmzekirina Peymana Stenbole jî encama têkoşîna jinê bû. JI PÊNÛSA JINÊ 
 
* 12 sal ser qetilkirina Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ê ku di pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê de hatin qetil kirin re derbas bû. Dayikên Mahsum û Mustafa banga pêkanîna edaletê kirin û gotin: "Divê bê zanîn ku em tu carî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernadin û em dixwazin kujer bên darizandin. Her wiha em ê her tim li pey doza zarokên xwe bin."  BI DÎMEN 
 
*Du sal berê li navçeya Gêlê ya Amedê hat îdiakirin ku jina bi navê Ayten Kaya întîxar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. Malbata wê diyar kir ku keça wan întîxar nekiriye û gotin wê tu car dest ji dozê bernedin. BI DÎMEN 
 
*Peymana Stenbolê bi biryarnameya Serokkomariyê hatibû feshkirin û jinên li dijî vê bertek û çalakiyên xwe didomînin wiha gotin: “Em li ku derê biryara fehskirina peymanê ne? Em biryara yek kesî ku nîvê şevê daye  nas nakin. Em ê her tim li kolanan bin.” BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku HDP’ê bi modela hevserokatiyê ji bo jinan cihekî girîng di siyasetê de vekiriye û bang kirin ku divê li dijî rejîma yek mêrî ya teokratîk demildest di rêgezên demokratîk de yekitî pêk bê. BI DÎMEN 
 
* Civak bi taybet jî jin di vê pêvajoyê de li hemberî qeyrana aborî têkoşîna jiyanê didin. Sevîl Yilmaz yek ji wan jinan e ku ji bo debara xwe bike serî li gelek riyan daye û herî dawî jî bi esnaftiyê berxwedana xwe dide meşandin. Sevîlê dibêje: “Ez li malê, li hevjînê xwe yê nexweş û di heman demê de li firoştgeha xwe dinêrim. Zor e lê jin dikarin tevî zehmetiyan bi ser bikevin.” BI DÎMEN 
 
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê ji bo hatina biharê li avahiya HDP'ê a bajêr pîrozbahì li dar bixin. (12.00) BI DÎMEN