'Me bi piştevaniya rojnameger û raya giştî ev encam bi dest xist'

  • 15:45 2 Nîsan 2021
  • Rojane
 
WAN - Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) Ayşe Guney di daxuyaniya piştî tehliyekirina 4 rojnamegeran de da zanîn ku girtin siyasî ne û aliyekî wê yê hiqûqî tune ye û got:"Me bi piştevaniya rojnameger û raya giştî ev encam bi dest xist."
 
Yekemîn rûniştina doza nûçegihana me  Şehrîban Abî û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, rojnameger Nazan Sala û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a ne girtî tê darizandin ên piştî 2 welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn girtin îro dest pê kir. Rûniştin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojnamegerên girtî li girtîgehên lê girtîne û Zeynep Dûrgût jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi Pergala Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan jî di rûniştinê de amade bûn. Piştî darizandinê 4 rojnameger tehliye bûn. 
 
Hempîşeyên rojnamegerên hatin darizandin ji bo rûniştinê hatin Wanê û piştî biryara tehliyeyê li ber avahiya edliyeyê daxuyanî dan. 
 
'Biryar bi piştevaniyê hat dayin'
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) Ayşe Guney da zanîn ku girtin siyasî ne û aliyekî wê yê hiqûqî tune ye û got:"Me bi piştevaniya rojnameger û raya giştî ev encam bi dest xist."
 
'Rojnamegerî ne sûc e'
 
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan banga tehliyekirina rojanemgerên din jî da û got:"Rojnamegerî ne sûc e. Em ê di dema pêş de jî şopdarê vê yekê bin. Dikare derbarê geşedana dozê de agahî bê dayin."
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş got ew ê li her derê pîşeya xwe ya rojnamegeriyê bidomînin. 
 
Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar wiha got:"Îro ya tê darizandin faaliyetên rojnamegeriyê ye."
 
Parlamenterê serbixwe Ahmet Şik jî da zanîn ku ew bi hempîşeyên xwe serbilind e. 
 
Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medyayê (MLSA) Veysel Ok da zanîn ku ew ê li dijî zextan bisekinin.