'Em ji peymanê jî ji Etfalê jî naqerin'

  • 13:39 2 Nîsan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Jinan dan zanîn ku zihniyeta guhertina cihê Nexweşxaneya Etfalê ya Şîşliyê û feshkirina Peymana Stenbolê heman e û gotin:"Em ji peymanê jî ji Etfalê jî naqerin."
 
Piştevaniya Şîşlî Etfalê bi armanca şermezarkirina feshkirina Peymana Stenbolê li ber eywana konferansê ya Nexweşxaneya Etfalê ya Şîşliyê hatin gel hevdu û daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivêsên "Jin dev jê bernadin. Em ne ji peymanê ne jî ji Etfalê naqerin","Bila Şîşlî Etfal neyê girtin" hilgirtin. Jinan dirûşma "Etfal jî ya me ye peyman jî" berz kirin. 
 
Seroka Konseya Bajêr a Şîşliyê Şukran Eroglu da zanîn ku divê li ser feshkirina peymanê nîqaş jî nehatiban kirin û wiha got:"Em dixwazin Etfal li vir bimîne. Em naxwazin nexweşxaneyeke pêdiviyên me dibînin bên girtin. Em ne ji Etfalê ne jî ji peymanê paşde gavê diavêjin."
 
Piştre Endama Konseya Bajêr a Şîşliyê Duygu Akpinar daxuyanî xwend. Duyguyê bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û wiha got:"Em qebûl nakin ku destkeftiya me bi sedan salan bê feshkirin. Feshkirina peymanê dijhiqûqî ye. Peymana Stenbolê qansî jiyanê girîng e."
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.