Jinên 27 sal in girtî ne hatin sirgunkirin

  • 12:25 2 Nîsan 2021
  • Rojane
 
KOCAELÎ - Ardil Çeşme û Hacer Xelil Yusuf ên 27 sal in li Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê dihatin girtin û Evin Zapsu ya Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê dihat girtin sirgunî girtîgehan cuda hatin kirin. 
 
Ardil Çeşme û Hacer Xelil Yusuf ên 27 sal in li Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê dihatin girtin û Evin Zapsu ya Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê dihat girtin sirgunî girtîgehan cuda hatin kirin. Ardilê sirgûnî Girtîgeha Jinê Tersûsê hat kirin, Hacerê jî sirgunî Girtîgeha Jinê ya Bunyanê hat kirin. Agahiyeke zelal a derbarê Ardil û Hacerê kengî hatine sirgunkirin nehat bidestxistin. 
 
Evîn Zapsû jî hat sirgunkirin
 
Her wiha hat hînbûn ku Evîn Zapsû jî sirgunî Girtîgeha Jinê ya Bunyanê hatiye kirin. 
 
Ardil Çeşme dest bi rojiya mirinê kiribû
 
Di 2018-2019'an de ketibû greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatibû destpêkirin. Ardilê 60 rojî di grevê de mabû û piştre dest bi rojiya mirinê kiribû. Ardilê û hevalên xwe 27 rojî di rojiya mirinê de mabûn û piştî ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan hatibû kirin jî dawî li çalakiya xwe anîbûn. 
 
Di 7 rojî de di greva birçîbûnê de ma
 
Hacer Xalil a Efrînî ya 27 sal in girtîye beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya di heman serdemê de bûbû û çalakiya wê 7 mehî dewam kiribû.