Jinan bertek nîşanê girtina HDP’ê dan: Em hene û em li vir in

  • 09:03 2 Nîsan 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Jinên ku beşdarî Newroza Amedê bibûn li ser HDP’ê axivîn û destnîşan kirin ku çiqas partiyên kurdan bigirin jî ew ê bi hêztir werin û gotin: “Ger ku hilbijartin bê kirin em ê dîsa dersê bidin wan û dengê xwe bidin HDP'ê. Ew ê winda bikin û em ê bi ser bikevin.”
 
Di rojên borî de Serdozgerê Komarê yê Dadgeriyê Bekîr Guneş ji bo doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) da. Di îdianameya derbarê HDP’ê de hat amadekirin de derbarê 687 siyasetmedarî de qedexeya siyasetê hat xwestin û li ser ve bertekên mezin hatin nîşandan. Bertekên gel ya li dijî hewildana girtina HDP’ê didome. Li qada Newrozê ya Amedê jî gel HDP’ê tenê nehiştibû bi dirûşme û alên xwe xwedî li HDP’ê derketibûn. Jinên ku beşdarî Newroza Amedê bibûn li ser HDP’ê axivîn û destnîşan kirin ku çiqas partiyên kurdan bigirin jî ew ê bi hêztir werin.
 
‘Em hene û em li vir in’
 
Fatma Çelîk diyar kir ku wan li pey mafên xwe ne û wiha got: “Erdogan me red dike, dibêje kurd tune. Lê bila dîmenên Newrozê binêrin. Qey qadê Newrozê xuya nake. Ew kê ne hemû ku li vir tijî kirine. Qey ne kurd in!  Dibêje bila kurd winda bibin. Em ê çawa winda bibin. Em hene û em li vir in. Em jî mafê xwe dixwazin. Çawa ku ew qala mafan dikin û li pey mafên xwe ne. Heke bê girtin jî dê dîsa bê vekirin.”
 
‘Îradeya me nikarin tune bikin’
 
Nazîfe Çakir jî anî ziman ku bila giş kurd rabin ser piyan û xwedî li partiya xwe derkevin. Nazîfe, got: “Rihê me bi partiya me re ye. Em li gel partiya xwe ne û dê heta dawiyê em li partiya xwe xwedî derkevin. Dê em ê ser bikevin. Mafên me jî heye raya me jî heye. Îradeya me nikarin tune bikin. Em hene. Ew çiqas bigirin em jî zêdetir werin. Derdê wan çi ye?”
 
'Ew ê winda bikin û em ê bi ser kevin' 
 
Kiymet Balta jî destnîşan kir ku dê di hilbijartinê de hesabê ji wan bipirsin û wiha axivî: “Bahçelî û Erdogan koka kurdan biqedînin jî dilê wan rehet nabe.  Zîhnîyeta wan qirêj e. Kurdîno rabin ser piyan. Xelkê Amedê rabin ser piyan. Di televîzyonê de li ser HDP’ê ji xeynî HDP’iyan her kes xeberan dide. Ez wan temaşe dikim êş dikeve serê min. Dixwazin hilbijartina zû bînin lê em ê di hilbijartinê de dîsa dersa wan bidin. Ew ê winda bikin û em ê ser kevin.”
 
‘Em ê bi xurtir werin’
 
Nazê Ozel jî diyar kir ku HDP partiyek mezin e û dibe dengê hemû gelan. Nazê axaftina xwe re wiha bilêv kir: “Em bi wan polîtîkayan naqedin. Hertim li ser me polîtîkayên wisa dimeşînin. Êdî em hîn bûne û natirsin. Çiqas zext û zorî li ser me hebe jî, çiqas me bigirin jî em ê hîn bi xurtir werin û dê bersiva wan bidin. HDP partiyek demokratîk e. Ji her kesê re dibe bersîv. Polîtîkayên bi qanûnî û demokratîk dimeşîne. Loma zêdetir di bin êrîş û hedefan de ye.  Ji bo aştî û demokrasî xebatan dimeşîne. Em jî li gel partiya xwe ne. Li qada Newrozê jî ew xuya kir. Her tişt li meydanê ye. Ne hewce ye ku mirov bibêje.”