ÎHD’ê rapora xwe ya binpêkirina mafên girtiyan parve kir

  • 15:48 1 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan a sala 2020'an ji hêla ÎHD’ê ve hat aşkera kirin. Li gorî raporê hezar û 182 girtî di encama îşkence, muameleya xerab û rûmet şikandinê de serlêdana “binpêkirina mafan” kirine. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehan a Sala 2020’an bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û daneyên raporê parve kirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di sala 2020’an de ji 266 girtiyan name ji wan re hatine û 54 serlêdanên cuda girtine. Di tevahiya salê di mijarên cuda de hezar û 182 girtiyan ji bo binpêkirinên mafan ên di encama îşkence, muameleya xerab û rûmet şikandinê de serî li wan dane. Têkildarî serlêdanan bi Wezareta Edaletê û Saziya Venerîniya Cemaweriyê re hevdîtinan kirine. 
 
17 kes bi Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane. Bêyî îstîsna parastina mafê jiyanê û tendiristiyê ya hemû girtiyan bi berpirsyariya dewletê ye. Bi qasî ku komeleya me tespît kiriye li girtigehên Tirkiyeyê 604 jê rewşa wan giran bi giştî 1605 girtiyên bi nexweşên giran hene. Em dixwazin diyar bikin ev hejmar dibe ku zêdetir jî be.
 
Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne xetereyek heye. Divê saziyên têkildar binpêkirina mafên girtiyan de bikevin nava hewldanan. Ji bo bi dawîkirina tecrîdê divê demildest gav bên avêtin. 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd bi rêbazên cuda didome. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê ji tecrîda giran û îzolasyon di nav de li gelek girtîgehan tecrîd weke rêbaza cezakirinê tê meşandin.  Li Girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. 
 
Li Tirkiyeyê çareya vê krîza bêdadiyê encex bi guherînên radîkal ên rêziknameya cezayê dikare pêk were. Hewce ye ku ev guherîn bi nirxên peymanên navnetewî ku Tirkiyê jî îmze kirine, bi biryar û rêziknameyên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), mafê mirovan ê gerdûnî re levhatî bin.''