Êzidiyan li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir

  • 14:03 1 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Şengalê, bi armanca ku destkeftiyên xwe biparêzin li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir.
 
Hikûmeta Iraqê demek beriya niha gef li Rêveberiya Xweser a Şengalê xwaribû û xwestibû heta 1’ê Nîsanê Hêzên Parastina Êzidxanê ji herêmê derkevin. Gel jî li dijî vê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir. 
 
Dema ku rêveberiya Bexdayê dabû Hêzên Parastinê îro diqede. Gelê Şengalê, ji bo destkeftiyên xwe biparêze û bertekê nîşanî biryara hikûmeta Iraqê bide li Herêma Çilmêra ya li Çiyayê Şengalê di çalakiya nobetê de hatin gel hev. Gelek kes beşdarî çalakiya nobetê bûn. Hat diyar kirin ku wê tevlîbûna çalakiyê bidome.
  
Li ser biryara hatibû girtin Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi hemû sazî û dezgehên herêmê, oldar û ruspiyan re civiyabû û biryara berxwedanê dabû. MXDŞ’ê diyar kiribû ku ji bo pirsgirêk bi diyalogê were çareser kirin di nava hewldanê de ne û li dijî nasnekirina vîna wan banga xwedî derketina destkeftiyan kiribû. 
 
Hat destnîşan kirin ku li heremê heta niha rewşeke awarte tune ye û bêdengiyek heye.