Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da

  • 13:36 1 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Derbarê feskirina Peymana Stenbolê de Meclîsa Jinan a HDP’ê serî li Şûreya Dewletê da. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo betalkirina biryara feskirina Peymana Stenbolê, serî li Şûreya Dewletê da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, berî serlêdanê li ber Şûreya Dewletê daxuyanî da çepemeniyê. 
 
Ayşe,bal kişand ser biryara feskirina Peymana Stenbolê û wiha axivî: “Îro li dijî bêhiqûqiyê, ji bo ku em bibînin wê daraz helwestek çawan bigire li vê derê ne. Berdevkên desthilatdariyê ev saleke, destkeftiyên jinan kirine hedef. Yek ji van destkeftiyan jî, ya herî girîng Peymana Stenbolê ye. Serokê Giştî yê AKP’ê, nivê şevê  bi darbeyê ji peymanê vekişiya. Peyman ne hewa desthilatdariyê ye ku bavêje jinan. Di encama hevşar a têkoşîna jinan de, mafekê ku hatiye qezenckirin. Em di wê baweriyê de ne ku hîna jî, hiqûqnasên baweriya wan bi hiqûqê tên hene. Lê ev têkoşîn, ne tenê têkoşîna hiqûqiye. Jin bi rojane li kolan û qadane. Em jî li Meclîsê têkoşîna vê yekê didin. Em ê tu carî gav ne avêjin.”
 
Meclîsa Jinan piştî daxuyaniyê bi parêzerên partiyê re, derbasî avahiya Şûreya Dewletê bûn û serlêdan kir.