Çalakiya greva birçîbûnê di roja 126'emîn de ye

  • 09:38 1 Nîsan 2021
  • Rojane
 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan hatibû destpêkirin koma 26'emîn dewr girt.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin koma 26'emîn dewer girt. Çalakî di roja 126'an de berdewam dike. 
 
Li gel grev li 120 girtîgehan bi awayê bêdem û dorveger berdewam dike, Komîsyona Girtîgehan a Mafên Mirovan ya Baroya Mêrdînê derbarê binpêkirinên mafan li Girtîeha Tîpa E ya Mêrdînê de rapora xwe aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehan di pêvajoya pandemiyê guh nedane paqijiyê. Herwiha di raporê de greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan berdewam dike jî hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku pirgirêkên girtiyan nayên çareserkirin û hevdîtina girtî û vekirî jî bi hinceta pandemiyê ji aliyê reveberiyên girtîgehan ve bi awayê kêfî hatiye taloqkirin.