Li dijî feshkirina peymanê bertek: Dixwazin jinan tune bikin

  • 09:04 1 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Endama DÎK’ê Hatîce Kavran û endama DÎAYDER’ê Rahîme Turan bertek nîşanê fehskirina Peymana Stenbolê dan û diyar kirin ku jin şermên pergalê derdixin holê û gotin: “Ji ber vê diwazin jinan tune bikin. Em nebin yek em ê bi gelek xetereyan re bên rû hev.”
 
Bi biryarnameya Serokomariyê di şeva 20’ê adarê de Peymana Stenbolê hat feshkirin. Jinan li dijî vê hewldanê bertek nîşan dan û her şev çalakiya deng derxistinê pêk tînin. Endama Komeleya Alimên Oldar (DÎAYDER) Rahîme Turan û endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Hatîce Kavran jî bertek nîşanê rewşê dan.
 
‘Ji ber du xalan feshkirin’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku peyman ji ber du xalan hatiye feshkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ‘li hember yekitiya malbata Tirk wek tehdîd hat dîtin. Ya duyem jî LGBTÎ wek xetere nîşan dan. Behsa peymana Enqereyê tê kirin û em naveroka wê nizanin. Di vê peymanê de xuyaye ku wê xalên peymana Stenbolê cih negirin. Wê di vir de mafên jinan û LGBTÎ’yan ji dest bigirin.”
 
‘Her cara serê wan ket tengasiyê peyman xistin rojevê’
 
Hatîceyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê êdî rojê ne 3 an jî 6 jin tên qetilkirin. Piranî jinên tên qetilkirin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilirin. Em naxwazin ev zihniyet li ser dijminahiya li ser jinê biçe pekanînê. Vekişîna peymaneke navneteweyî wisa ne hêsane. Welatê ku yek ji welatên ewil îmze avêtiye peymanê piştî evqas sal radibe dibêje ‘malbatê xera dike’ û fesh dike. Ev nayê qebûlkirin. Ji ber sedemên polîtîk peyman kişandin. Her cara serê wan ket tengasiyê peyman xistin rojevê. Em nizanin wê ji vir şûnde çi li bendê me be.”
 
‘Jin, şermên pergalê derdixe holê’
 
Endama DÎAYDER’ê Rahîme Turan jî wiha got: “Ewlehiya canê jinan tune û di bin xetereyê de ne. Jin hebûna her tiştî ne. Hebûna Îslam û cîhanê ne. Jin damara esas a mirovahiyê ye. Jin şerma pergalê derdixe holê. Ji ber vê jî dixwazin jinan tune bikin. Em yekitiya xwe ava nekin em ê bi xetereyan re bên rû hev. Yanî em derkevin derve em nizanin ku em ê vegerin malên xwe an na. Ji ber garantiya jiyana me tune. Em bi fikar diçin derve û tên. Em di xetereyê de ne. Herî zêde jî em li malên xwe di xetereyê de ne. Li malê serdestiya mêr dertê pêş. Em bibin yek em ê bikaribin pêşî li vê bigirin.”