Şukran Çetîn: Navê jiyana min êş û berxwedan e

  • 09:01 1 Nîsan 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Endama Dayikên Aştiyê Şukran Çetîn a bi têkoşîna xwe xwedî li doza zarokên xwe derket û wiha dibêje: "Li ser vê erdnîgariyê bi milyonan ciwan hatin qetilkirin. Bi milyonan dayik jî li pêy wan rondik barandin lê bi berxwedana xwe jî xwedî li zarokên xwe derketin."
 
Li ser erdnîgariya Kurdistanê çîrok gelek caran dişibin hev. Li ser vê erdnegariyê êş û berxwedan bi hev re dimeşin. Kurdistanî ligel zor, zehmetî, gef, êriş û zilmê li ser piyan dimînin û bi her awayî têdikoşin. Weke jina bi navê Şukran Çetîn. Şukran Çetin niha di nava xebatên Dayikên Aştiyê de cih digire. Jiyana wê her tim bi têkoşînê derbas bûye.
 
Hêj biçûk bû hat zewicandin
 
Şukran bi eslê xwe ji gundê Kurikê ya girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye. Di temenê xwe yê zarokatiyê de tê zewicandin. Piştî dizewice jiyana xwe li Nisêbînê berdewam dike. Lê ew ji weke gelek welatiyên bi tundî, gef û êrişên leşkerên tirk ve rûbirû dimîne. Şukrana wiha qala xwe kir: "Ez di temenek biçûk de bi zorê hatim zewicandi û bûm xwedî zarok. Jiyana min her tim di nava berxwedanê de derbas bû. Ji ber ku di temenê biçûkde zewicandin, mezinkirina zarokan, kar û barê malê hemû li ser pişta min bû. Navê jiyana min bû têkoşîn.”
 
‘Zarokên min li dijî bêwijdaniyê serî rakirin'
 
Şukran jî para xwe ji zext û zordariya dewletê girtiye. Şukran yek bi yek wêneyên malbata xwe nîşanî me da û wiha dibêje: “Li ser vê erdnegariyê bi milyonan ciwan hatin qetilkirin. Bi milyonan dayik jî li pêy wan rondik barandin lê bi berxwedana xwe jî xwedî li zarokên xwe derketin. Di vê rêya têkoşînê de gelek bedelên mezin hatin dayîn. Ji bo nasnameya xwe. Her ku em rastî êrişê hatin me bêhtir li ber xwe da û me serî rakir. Li van wêneyan binêrin, hemû ji bi îşkenceyên mezin re rûbirû man û ji ber wê sedemê jî tevlî refên gerîla bûn. Zarokên min jî ji bêwijdaniyê re serî netewandin. Bi nebûna wan dilê min tim bi xem e, lê li hemberî wê xemê ez serfiraz û serbilindim. Min şêr mezin kirin. ”
 
‘Tu nikarî keça xwe bibînî'
 
Şukran, diyar kir ku gelek kurd, an li ber deriyê girtîgeha ne, an jî li benda cenazayên zarokên xwe ne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Keça min a biçûk Medîne di sala 1986’an de hat dinê. Di 13 saliya xwe de li Edenê hat girtin. Destên wê girêdan û bi darê ve daliqandin. Bi rojan em li pey wê ketin. Tirsa me ew bû ku ew bê windakirin. Em bajar bi bajar geriyan. Me Medîne li Meletiyê dît. Ji Edenê anîbûn Meletiyê. Lê ji me re gotin ji ber ku Medîne girtiyek siyasiye hûn nikarin wê bibînin. Di heman salê de Medine hat berdan lê di 14 saliya xwe de carek din hat girtin. 5 salan li girtîgeha Mêrdînê û 2 sal jî li Girtîgeha Mûşe ma. Di 21 saliya xwe de hat berdan. Medîne ligel temenê xwe yê biçûk gelek bûyerên giran re rûbirû ma, lê tucar dev ji doza xwe berneda. Medîne piştî serbest ma li Mêrdîn û Stenbolê dest bi xebatan kir. Lê piştî 2 salan 12 sal ceza jêre hat xwestin. Medîne di 23 saliya xwe de tevlî têkoşîna azadiyê bû û di sala 2019’an de ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Medîne li Qendîlê hat defînkirin."
 
'Ez ê li pêy doza wan bim'
 
Edlê keça Şukran a mezin e û di sala 1993'yan de tevlî têkoşînê dibe. Şukran wiha behsa Edleyê dike: "Edlê keça min a mezin e. Di her alî de pir jêhatî bû. Bi karê nexşê re mijûl dibû. Aliyek wê ya têkoşînê hebû. Her tim li dijî zilmê derdiket û digot 'Ez li vir namînim, jiyana li vir ji min re giran te'. Edle di sala 1993'yan de hêj 20 salî bû biryar da û tevlî têkoşîna azadiyê bû. Edlê gihêşt miradê xwe. Wê dixwest bi berxwedanê bigihêje şahadetê. Lê ew şahadet gelek zû hat. 15 rojên wê neqediyan di qezayekî de jiyana xwe ji dest da. Li pey wê min bi salan keça xwe Medîne nedît û ji ber ku Medîne hatibû sirgun kirin. Her roj name dişand û digot hûn çima nayên serdana min. Lê me ne dikarî. Heya bi nexweşiya penceşêrê ket. Wan serê min neda erdê. Ew bûn serfirazî û serbilindiya min. Ez ê tim li pêy doza wan bim.”
 
‘Me her tim aştî xwest’
 
Şukran niha di nava xebatên Dayikên Aştiyê de cih digire û her tim bangewaziyên aştiyê dike. Dayika aştiyê niha 70 salî ye. Ligel temenê xwe yê mezin û nexweşiyên ku pêre hene jî tevlî hemû çalakî û daxuyaniyan dibe. Di pêvajoya koronoyê de jî serkêşiya çalakiyan kir. Şukran wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dayika aştiyê me. Min zarok, pismam, bira, xwarzî û biraziyên xwe windakirin di vê rêyê de. Jiyana me ev e. Êş û berxwedan. Lê ligel hertiştî ez ji bo aştiyê diqêrim. Ez dibêjim bila xwîn nerije. Wateya çarika min ya spî ji ev e. Jiyana me kurdan her tim zilm e. Em di bin şert û mercên giran de dijîn. Ez dixwazim ku di serî Gele Kurd li hev bikin û pişre jî bi hemû welatên din re. Ji bo me hemûyan aştî rêya serkeftinê ye.”