Li Mexmûrê greva birçîbûnê 104 roj in didome

  • 15:54 31 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi koma 52’emîn di roja 104’an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 52’emin di roja 104’an de berdewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin. 
 
Li ser navê koma gel Mihemed Urek destpêkê çalakiya gireva birçîbûnê silav kir û wiha got: "Niha dema dema serhildan û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Divê em weke wargeha Mexmûrê bêhtir ji hemû deverê zêdetir di nav tevgerê debin û xwedî li rebertiya xwe derkevîn. Raste gelê wargehê ji hemû kesî zêdetir zorî û zehmetî kişandine, lê divê em xwedî li erka xwe derkevin û xebat ji bo azadiya rêbertiya xwe bikin. Em careke din silavên xwe ji girtiyên zîndanan re dişînin û berxwedana wan silav dikîn."
 
Li ser navê koma çalakiyê jî Sarya Kara xêrhatina gelê wargehê kir û wiha axivî: "Em nêzî 4’ê Nîsanê dibin. Di serî de em vê rojê li Rêber Apo û hemû Gelê Kurd pîroz dikin. Weke tê zanîn armanca çalakiya me azadkirina Rêber Apo ye, heya ku em negihijin armanca xwe em dev ji çalakiya xwe bernadin. Em weke jin wê hertim li pey doza xwe bin."