Rapora têkîldarî lêkolîna nefeqeyê hat aşkerakirin

  • 13:10 31 Adar 2021
  • Rojane
AMED - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê têkildarî lêkolîna li ser 2 hezar û 97 dosyeyan pêk aniye û rapora “Di Ronahiya Biryarên Dadgehê de Lêkolîna Nefeqeyê”  amadekiriye eşkere kir. Di raporê de hat destnîşan kirin ku dosyayê nefeqeyê bi çavê serdestiya mêr tê temaşekirin. 
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê têkildarî lêkolîna li ser 2 hezar û 97 dosyeyan pêk aniye û rapora “Di Ronahiya Biryarên Dadgehê de Lêkolîna Nefeqeyê”  amadekiriye li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî eşkere kirin. Cîgira Serokê Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram Koluman, seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî û Parêzer Hatîce Demîr wek beşdervan axivîn. Her wiha endam û parezêrên Baroya Amedê jî tevlî bûn.
 
Parezêr Hatîce Demîr diyar kir ku ji ber newekhêviya zayendî ya li ser civakê jin ji derfetên perwerdeheyî û îstîhdamê nikarin bigirin. Hatîce, got: “Weke ku tê zanîn nîqaşên debarî (nafaka) di rojeva raya giştî de ye. Lê yên ku ev nîqaşe bireve dibin, kedxwariya jinê ya di nav malê de nabînin. Dosyayên debariyê de dane û îstatîskan nanêrin. Mexdûriyetên ku dixin pêş di tu daneyên zanîst û lêkolînan de tune ne. Her wiha ev hemû lêkolîn û dane jî ji aliyê rayedaran ve hatiye pêjirandin. Mijara nîqaşên nefeqeyê di  Zagona Sîvîl a Tirk de bi Hêjmara 4721'an de hatiye sererast kirin. Amanca vê jî ev e ku di encama hevberdanê de ji hêla aborî de piştgiriya hevjînê ye.  Di vê rêziknameyê de zayend nehatiye diyar kirin.”
 
‘Divê mafê nefeqeyê bê parastin’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku dosyayên nefeqeyê bi çavê serdestiya mêr tê temaşekirin û wiha bilêv kir: “Armanca lêkolîna me ev e ku nîqaşên nefeqeyê ku tê kirin bi daneyên berbiçav parve bikin. Her wiha jina ku hem rastî kedxwariyê dibe hem jî rastî tundiyê dibe, ev rastiyê bînin ser ziman. Gava rapora me bi awayekî baldar li ser hat hûr bûn; tê xuya kirin ku ji ber newekhêviya navbera jin û mêrê de mafê nefeqeyê bê parastin.”
 
Piştî axaftina Hatîceyê, Asli Pasînlî jî rapora ku hatî amadekir aşkere kir.