Cezayê disîplînê li Dozgîn Temo hat birîn
- 11:35 31 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Dozgîn Temo ya ku ji aliyê SMO ya girêdayî Tirkiyeyê hat binçavkirin û piştre li Rihayê hat girtin diyar kirin ku mafên wan ên axaftina bi telefonê hatiye astengkirin.
Dema koma paramiliter a bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) êrişî Gundê Mişrefayê yê Eyn Îsayê kirin Dozgîn Temo (Çiçek Kobanê) kirin bin çavan û piştî ku anîn Rihayê ew girtin. Cezayê dîsîplînê dan Dozgîna ku cezayê muebetê lê hatiye birîn. Dayika Dozgîna ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê tê girtin diyar kir ku mafên wan ên axaftina bi telefonê hatiye astengkirin.
Wehîde Osman a ji ANHA'yê re axivî bang li rêxistinên mafên mirovn û rêxistinên hiqûqê kir û diyar kir ku divê dawî li pêkanînên kêfî bên anîn.