Çalakiya ji bo 'edaletê' di roja 23'yemîn de ye

  • 11:26 31 Adar 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya ji bo "edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê diroja 23'yemîn de berdewam dike. Ferît Şenyaşar ê di çalakiyê de gazî îfadê kirin. 
 
Li Navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Bav û 2 kurên malbatê kuştibûn. Ji heman malbatê Fadil Şenyaşar ê ku bi birîndarî hatibû girtin jî li gel ku di ser girtina wî re 3 sal derbas bûn jî di dosyaya derbarê wî de hat vekirin hîna tu pêşketin tune ye.
 
'Em ê li berxwe bidin'
 
Emîne û Ferît ên ji 9'ê Adarê heta niha çalakiya nobetê didomînin diyar kirin ku ew ê li berxwe bidin û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev yek parve kir:"Her çiqas dozgerê dosyayê hevdîtina bi me re qebûl neke jî û li gel zaliman cihê xwe bigire jî ...Her çiqas ji ber me edalet xwest loma bi daxwaza dozger em hatin binçavkirin jî...Em ê xwe bispêrin edaleta xweda û berxwedana xwe bidomînin. Di roja 23'yemîn de daxwaza me ya edaletê didome.