‘Ligel zextan gel dîsa diherike Amarayê'

  • 09:09 31 Adar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
RIHA - Hevseroka HDP’ê ya Xelfetî ya Rihayê Fatma Korkmaz diyar kir ku her sal gel ligel zextan diherîkin Amarayê û got: "Li hemberî Xelfetiyê her tim polîtîkayên taybet tên meşandin, bi taybetî jî di 4'ê Nîsanê de zexta li hemberî gel derdikeve asta herî jor. Gel jî bi berxwedanê bersiv didin zext û astengiyan." 
 
Gelê Kurd ji sala 2004’an heta 2017’an her sal di 4’ê Nîsanê de Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Rêwitiya Rojê” berê xwe didin gundê Amara ya ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye. Lê ev 4 salên dawîn ji ber qedexe, OHAL, dorpeça leşker û polîsan nikarin meşa xwe bi girseyî pêk bînin. Her sal ev meş bi pêşengiya Federasyona Komeleya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) pêk dihat. Lê piştî ku TUHAD-FED bi biryara KHK’ê hat girtin, gel bi hewildana xwe meş pêk anîn. Par ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) bi girseyî bernameyên pîrozkirin pêk nehatin. Her wiha ligel korona hebû jî hemû rêyên ku diçûn Amarayê bi TOMA û maşîneyên zirxî hatin girtin.
 
‘Ligel zextan gel diherîkin Amarayê' 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Xelfetî ya Rihayê Fatma Korkmaz diyar kir ku bi nêzbûna 4'ê Nîsanê re li Xelfetiyê zext derdikeve asta herî jor û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hefteyek beriya 4’ê Nîsanê li Xelfetiyê qedexe dest pê dikin. Hemû rêyên ku ber bi gundê Amara û Xelfetiyê ve diçin tên girtin. Ligel her cûreyên astengiyê gel ji bo pîrozbahiyê diherikin Amarayê.”   
 
‘Em li dijî zextan li ber xwe didin'
 
Fatma, diyar kir ku dewlet armanc dike ku bi tirs û xofê şêniyên li vir kontrol bike û wiha pêdê çû: “Xelfetî cihekê pir stratejik e û li vir polîtîkayeke taybet tê meşandin. Bi vî awayî zextek mezin li ser şêniyên Rihayê heye. Dijmin bi taybetî li ser Xelfetî û Rihayê disekine. Em jî hewl didin ku polîtîkayên wan vala derxin. Birêz Ocalan li vir hatiye dinê. Lewra ji bo me cihek girîng e. Berê jî li hemberî Xelfetiyê û hem jî li hemberî HDP’ê zextek mezin hebû. Lê li hemberî zextan jî berxwedana şêniyên li vir jî didomin." 
 
‘Diyalog dê bibe aramiya Rojhilata Navîn' 
 
Fatma anî ziman ku divê bi lez û bez bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û wiha got: "Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê bidawîkirin ne mimkûn e ku aştiyek pêk were. Ev 4 sal in li ser navçeya Xelfetî qedexe heye. Heke bi birêz Ocalan re diyalogek pêk bê dê ev tişt bibe aramiya Rojhilata Navîn jî. Deriyê aştî û aramiyê li Îmraliyê ye. Dewlet jî vê tiştê dizane û cîhan jî dizane. Lê di helwesta xwe ya li dij hiqûqî û bêmafî berdewam dikin. Ji ber ku naxwazin aştî pêk bê."
 
‘Bi zextan koçberiyê ferz dikin' 
 
Fatmayê di heman demê de destnîşan kir ku bi van qedexe û zextan koçberiyê li şêniyên li vir ferz dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Xelfetiyê gelek netew hene û lê di navbera wan de tu pirsgirêk nîne. Bi hev re dijîn. Dewlet bi polîtîkayên taybet dixwaze şêniyên li vir bikin dijmin hev û koçberiyê li wan didin ferzkirin. Dixwazin Xelfetiyê vala bikin.Tevî van yekan em xebatên xwe bê navber dikin. Em gund bi gund, mal bi mal digerin. Divê baş bê zanîn ku li Xelfetiyê kesek paşve gav navêje."