Li dijî tecrîda Îmraliyê bertek:Çima bi parêzeran re hevdîtin nekir?

  • 09:07 31 Adar 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - HDP’iyan hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi birayê xwe re kir nirxandin gotin ev rewş dijhiqûqî ye. Dîrayet Dîlan Taşdemîr da zanîn ku divê demildest hevdîtin pêk be û got bi zanebûn ji bo ev siyaseta zextxwir bê meşandin, tên astengkirin.
 
Hewl tê dayîn ku tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibe wek polîtîkayekê. Li dijî vê bertek û çalakî didomin. Di hefteyên borî de li ser hinek hesabên çapemeniya civakî der barê jiyana Abdullah Ocalan de hinek îdia hatin belavkirin û li ser vê bertek hatin nîşandan. Ji ber çalakî û bandora greva birçîbûnê di 25’ê Adarê de birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtineke kurt a telefonê pêk anîbû.
Piştî 21 salan şûnde yekem car di 27’ê Nîsana 2020’an de Abdullah Ocalan bi malbatê re bi telefonê hevdîtin kiribû û di rojên borî de jî bi birayê xwe re hevdîtinek telefonê kir û îfadeyên weke ‘Ev tiştên tên kirin ne di hiqûqa dewletê de, ne jî di hiqûqek din de heye. Hatina te şaş û pir bi xeter e. Dewlet pir bi xeter e. Ev ne tiştekî rast e. Ger hevdîtinek hebe jî divê di çarçoveya hiqûqî de hebe. Piştî salekê hevdîtina bi telefonê nabe.” Her wiha diyar kir ku piştî vê telefon hatiye birîn.
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, endama Meclîsa Partiya HDP’ê Gulsum Agaoglu û berdevka HDP’ê ya Behrareş Nuray Bedîrkurum nirxandin kir.
 
‘Di hevdîtina telefonê de îtîrazî dijhiqûqiyê dike’
 
Dîrayet Dîlan Taşdemîr destnîşan kir ku 22 sal in li Îmraliyê pergalek dijhiqûqî tê jiyîn û Îmrali bi dijhiqûqî û kêyfiyetê tê birêvebirin. Dîlanê ev tişt vegot: “Tecrîd ne di destûra bingehîn de ne jî di rêziknameya girtîgehê de û her wiha ne jî di hiqûqê de beramberê wê heye. Tecrîda Îmraliyê li gorî şert û mercên desthilatdariyê tê diyarkirin. Ev tecrîd li cîhanê yekem e.Tecrîd tê meşandin dem bi dem bi têkoşînan hat şikandin. Li ser bertek û refleksên gel hevdîtin hatibûn kirin. Di 2019’an de di encama têkoşînê de hevdîtin hatin kirin û wezîrê dadê jî îtîraf kiribû ku ev rewş kêfî û dijhiqûqî ye. Birêz Ocalan jî îtîrazî vê dijhiqûqiyê dike.”
 
‘Kêfiyetê normal dikin’
 
Dîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em pêvajoyeke ku kêfiyetê normal dikin dijîn. Divê hemû hêzên demokrasiyê û aliyên li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Bi armanca pêşî li rewşên înfîalê bigirin hevdîtineke kurt a telefonê pêk hatiye. Abdullah Ocalan jî îtîrazî vê dike û vê rewşê qebûl nake. Girankirina tecrîdê girêdayî siyaseta ku desthilatdarî dimeşîne ye. Siyaseta înkar û şer esas digire, ji bo siyaseta demokratîk tasfiye bike, berê xwe dide çewisandina kurdan. Ji ber vê jî hevdîtinên bi Ocalan re bên kirin jî wê vê konseptê vala derxînin. Li dijî vê konseptê banga hêzên demokrasiyê gelek girîng e. Hevdîtin ji ber vê jî bi zanebûn tên astengkirin.”
 
‘Nêzîkatiya dewletê ya li dijî tecrîdê hîna jî wek xwe ye’
 
Endama PM’ê ya HDP'ê Gulsum Agaoglu jî balkişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi daxwaza şikandina tecrîdê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çapemeniya civakî de hinek îdia der barê jiyana Abdullah Ocalan de belav bûn. Dewletê der barê vê de daxuyaniyeke mirovan îqna bike neda. Piştî nûçeyên hatin çêkirin şûnde parêzeran bi dehan carî serlêdan kirin. Dewletê ne bi parêzeran re, biryara hevdîtina bi birayê wî re dan. Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de dibêje ew îqna nebûye, ev têr nake û divê bi parêzeran re hevdîtin bê kirin. Piştî vê telefon tê girtin. Wisa xuyaye ku nêzîkatiya dewletê ya li hember tecrîdê neguheriye. Me careke din dît ku heta tecrîd ranebe, tecrîda li ser hemû civakê jî wê ranebe. Em wek HDP banga xwe ya ji bo pêkhatina hevdîtinan a bi parêzeran re careke din dubare dikin.”
 
‘Çima bi parêzeran re hevdîtin nekir?’
 
Berdevka Behrareş a HDP’ê Nuray Bedîrkurum jî balkişand ser îstîsmarkirina hiqûqa Tirkiyeyê û wê jî berteka xwe wiha anî ziman: “Gelo çima bi parêzeran re hevdîtin nehat kirin. Bi birayê wî re hevdîtina telefonê pêk tê û piştre tê birîn. Ev rewş nokteya ku hiqûqa Tirkiyeyê hatiyê nîşan dide. AKP û MHP bi telefonekê hewl dide ispat bike ku Abdullah Ocalan dijî. Ev jî hewldana têkbirina hiqûq û demokrasiyê nîşan dide lê em dizanin ku dema hewcedariya dewletê bi dengên kurdan hebe wê bixwe biçe. Me ev herî dawî di hilbijartinên herêmî de dîtin. Dema mijar dibe fikara dengan dewlet dikare pêşiya parêzeran tev bigere. Li cihê ku demokrasî û hiqûq pêk nayê, destûr nadin parêzer herin, dikare ku sibehê heyetan bişînin. Me ev di hilbijartinan de dîtin û dibe ku dîsa serî li heman rêbazê bidin.”