‘Girtî li hundir li ber xwe didin, em ê jî li derve têbikoşin'

  • 09:03 31 Adar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Jinên Amedê bal kişand li ser grevên birçîbûnê û gotin: "Li Tirkiyeyê mafên mirovan tune li şûna wê zilm û zordariya zilmkaran heye. Divê gel li dijî zilmkariyê serî rake."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 25'emîn di roja 125'emîn de didome. 
 
Xizmên girtiyan û gelek rêxistinên sîvîl bal dikişînin li ser greva birçîbûnê û banga xwedîderketine dikin. Jinên Amedê jî bal kişandin ser grevên birçîbûnê û destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê şûna mafên mirovan zilm û zordariya zilmkaran heye.
 
‘Em tenê jiyaneke bi rûmet dixwazin'
 
Yek ji wan jinan Yuksel Karhan e, Yuksel diyar kir ku kurd tenê aştî û jiyanek bi rûmet dixwazin û ji bo vê yekê ewqas bedelan didin. Yuksel, wiha axivî: “Mafên girtiyan tê bin pê kirin. Neheqî li wan tê kirin. Ji bo tecrîdê bedena xwe dane ber mirinê. Bila serokê me berdin, Em aştiyê dixwazin. Ji xeynî daxwaza aştî û jiyanek bi rûmet me tiştek nexwesti ye. Bila bes e. Êdî Erdogan xwîna kurdan nexwe.”
 
‘Em zilma li ser girtiyan qebûl nakin’
 
Mence Akbaş jî destnîşan kir ku girtî doza mafê xwe dikin û wiha pêdê çû: “Çima zarokên me ketin e greve? Ji ber ku li ser me zilm û neheqî heye. Girtî ji bo me di grevê de ne. Em doza heqê xwe dikin. Çi ji me dixwazin? Heke wan ji mirovahiyê fêm bikirina ewqas zilm li ser girtiyan nedikir in. Em aştiyê dixwazin. Bes e êdî ji vê zilm û zorê. Li girtîgehan îşkence li girtiyan dikin, wan dixin hûcreyan, lêgerîna tazî li wan dikin. Ka mafên mirovan. Li Tirkiyê mafên mirovan tune ye, zilm û zordariya zilmkaran heye. Em qebûl nakin êdî wan tiştan.”
 
‘Bila gelê me rabin ser piyan’
 
Hatun Bulbul jî diyar kir ku divê kurd jî çalakiya grevên birçîbûnê re li derve xwedî lê derkevin û ji rojevê dernexin û got: “Ji sedî zêdetir roj in di greve de ne. Bila gelê me rabin ser piyan. Divê em tiştekî bikin. Ew li hundir li ber xwe didin, divê em jî li vir li ber xwe bidin.”
 
‘Bila rêyekî çareseriyê bê pêş xistin’
 
Sabîha Polat, di axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Daxwazên girtiyan ji bo me girîng e. Sala borî girtî 5 meh di grevê de man. Daxwazên wan anîn cih û wan dev ji greva xwe berda. Niha jî heta daxwazên wan neyê cih ew ê dev ji greva xwe bernedin. Kurê min jî li Girtîgeha Îzmîrê ye. Ew jî di greva birçîbûnê de ye. Destnîşan dikin ku bila daxwazên girtiyan bînin cih. Her wiha ji ber ku ew li Îzmîrê girtiye ez nikarim wî bibînim. Me çend car daxwazname şand lê nehat qebûl kirin. 3 sal in min wî nedîtiye. Em dixwazin bila rêyekî bê vekirin û girtî dawî li greva xwe bînin. Newroza îsal jî dê bibe wesîleya azadiya girtiyan.”