Li Mêrsînê biserdegirtina malan: 11 kes hatin binçavkirin

  • 13:11 30 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve tê birêvebirin polîsan bi ser mala endamên TUHAD-DER’ê de girt û herî kêm 11 kes binçav kirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve derbarê Komeleya Alîkariyê û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUHAD-DER) lêpirsîn da destpêkirin, leşkeran serê sibehê bi ser gelek malên taxên navçeya Akdenîza Mêrsînê ve girt. Di serdegirtinên hemwext de 9 kes hatin binçavkirin. 
 
Yên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Akdenîzê. Hat zanîn ku bi hêceta pere ji girtiyan re şandine hatine binçavkirin û tê payîn wan bibin Antalyayê. 
 
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberên TUHAD-FED’ê ya Çûkûrova yên berê Celal Yel, Hasan Vadî, Alî Bîlen, Kadrî Ezen, Nermîn Aktug, Diyar Turgut, Eylem Turgut, Serhat Turgut û Yener Aydin. 
 
Di çarçoveya heman lêpirsînê de di serdegirtinên li Antlayayê de jî endama Meclîsa HDP’ê Songul Şarkli û Selma Yavûz hatin binçavkirin.