Parezêran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 12:49 30 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin car din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçim Îmraliyê. Malbat, parêzer û wasiyê Ocalan ji 14’ê adarê heta niha bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" 10 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê dan û 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.
  
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta “Nexşerêya” ku Ocalan di sala 2009’an de bi parastina xwe re ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji 23’yê îlona 2020’an ve ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kir. Li gel qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê xelas bûye jî ji serlêdanên parêzeran re ne erenî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulan, 12-18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019'an’de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. 
 
Piştî 27’ê nîsana 2020’an cara duyemîn di 25’ê Adarê de Mehmet Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtin di nivî de hatibû birîn.