Emîne û Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin

  • 11:54 30 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” li dar dixin carek din hatin binçavkirin. 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyaya Rihayê çalakiya nobetê dane destpêkirin di roja 22’yemîn de didomînin. Di kêliya ku Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît çalakiya xwe didomandin ji aliyê polîsan ve bêyî ku tu hêcet were nîşandan hatin binçavkirin.
 
Malbat ji 9'ê adarê ve çalakiya xwe didomîne. Emîne Şenyaşar di 15'ê adarê de bi hêceta "heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" hatibû binçavkirin û pişt re hatibû berdan. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît di 25'ê adarê de jî bi hêceta "muxalefetiya qanûna civîn û meşên xwepêşandanê kirine" hatibûn binçavkirin û dû re hatibûn berdan. Ferît Şenyaşar duh li ser gilîkirina birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê wekîlê AKP'ê, Suleyman Yildiz çûbû Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê û îfade dabû.
 
'Piştevaniya ji bo me didome' 
 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twitterê ev daxuyanî da: "Têkoşîna me ya edaletê di roja 22'yemîn de li qesra edaletê didome. Serdozger her roj di ber me de derbas dibe. Li me dinêre lê me nabîne. Her çiqas serdozger û Wezîrê Dadê me nebînin jî lê qîrkirina me ya edaletê li her bajarê Tirkiyeyê û li welatên Ewropayê tê bihîstin û piştevaniya ji bo me didome." 
 
Hevjînê Emîne Şenyaşar, Haci Esvet Şenyaşar û du lawên wê di êrişa AKP’iyan de beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê hatibûn kuştin û lawê wê Fadil Şenyaşar jî girtî tê darizandin.