Li Mexmûrê koma 52'yemîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:22 30 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, koma 52’yemîn dewir girt. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 52’yan dewir girt.
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin. Li ser navê koma 51’emîn çalakvan Cewher Îke axîvî: "Pêvajoya em têre derbas dibin, ‘Dem dema azadiyê ye' Ji bo em hemî tevlî vê pêvojoyê bibin, divê em vê tecrîta li ser Serokatî rakin. Lewma ev dem dema azadiya Rêber Apo ye. Her wiha lîstok û komployên li ser Şengalê jî tên meşandin em şermazer dikin û divê em çalakiyên xurt li dar bixin."
 
Merasîma dewrgirtina çalakiya greva birçûbûnê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.