Perîhan Agaoglu: Li dijî qedexeya siyasî dê têkoşîna me bidome

  • 09:01 30 Adar 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaogluya ku 5 salan qedexeya siyasî jê re tê xwestin wiha got:"Bi êrişan re dixwazin ji xwe re bingehekê ava bikin û ji bo vê jî hemû rêbazên xwe bi kar tînin. Bi dehan partiyên me girtin û bi hezaran kes girtin, lê li dijî êrişan em her tim pêş ve çûn. Em ê li dijî van qedexeyan jî li berxwe bidin."
 
Serdozgerê Komerê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Di îdianameya ku hatiye amadekirin de Hevserokên Giştî yên niha û yên berê jî di nav de derbarê  687 kesan de hat xwestin ku ji bo 5 salan qedexeya siyasî were dayîn. Hat destnîşankirin ku 'ji bo parçenebûyîna Tirkiyeyê, aramiya civakê û ewlehiyê', divê HDP were girtin.
 
Yek ji siyasetmendarên ku jê re 5 sal qedexeya siyasî hatiye xwestin jî hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu ye. Perîhan Agaoglu di heman demê de bi qasî salekê di girtîgehê de hat teslîmgirtin û piştî derket di demek kurt de qedexeya siyasetê jê re hate xwestin. Têkildarî êrişên li ser HDP’ê û qedexeya siyasî ya jê re hatiye xwestin Perîhanê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir.
 
'HDP weke vînek siyasî hate erêkirin'
 
Perîhanê wiha dest bi gotinê kir: "Gelê kurd têkoşînek azadiyê dide  û ev têkoşîn jî xwedî bingehek mezin e ku hemû gelên Rojhilata Navîn bi vê yekê dizanin. Di vê têkoşînê de jî me rêyên dirêj qedand û destkeftiyên me jî mezin bûn. Di hilbijartinên 2015’an de, di bin sîwana  partiya siyasî  ya HDP’ê de me encamek mezin girt dest. Partî jî bi rêzikname û bernameyên xwe re dibû nûnerên vîna gel, jin û ciwanan. Vê yekê jî bandoreke mezin li ser gelên kurd û tirkiyeyê kir. HEP, DEP, HADEP, DTP, BDP ango bi dehan partiyên me hatin îlegalîzekirin û hatin girtin. Her carî heman rêbazê bi kar tînin. Li dijî çareserkirina pirsgirêka kurdan, hikumet bi girtina partiyan re tim bû bersiv.  Lê gelê kurd israra xwe ya di aliyê têkoşînê de nîşan kir. Her wiha li dijî polîtîkayên îqtidarê jî bû alternatîfeke serkeftî. Ji bo LGBT+'yan, ji bo jinan, ciwanan û hemû beşên civakê derfetên xweravekirinê afirandin. HDP weke vînek siyasî hate erêkirin."
 
'Li dijî êrişan me serkeftin bi dest xist'
 
Perîhanê anî ziman ku bi serkeftinên HDP’ê re êrişên li dijî wê jî dest pê kirin û wiha dewam kir:"Bidawîkirina pêvajoya aştiyê ya di wê demê de jî armanca xwe bi eşkere nîşan kirin. Bidawîkirina pêvajoyê jî ne tesaduf bû. Rewabûna HDP'ê hîn di wê demê de dihat nîqaşkirin. Hilbijartin jî hatibûn betalkirin û ji nû de hilbartinê dest pê kir lê cara duyem jî encam nehatin guhertin. Li dijî wê mirovan bêhtir xwe di bin banê HDP’ê de bi rêxistin kirin û bûn yek. Li dijî her êrişê wan winda kirin û destkeftiyên me çêbûn. Li dijî êrişan me serkeftin bi dest xist."
 
'HDP partiya jinê ye'
 
Perîhanê bi van gotinan re berdewam kir:"HDP partiya jinê ye. Di aliyê vîn û berpirsyariya jinê de, di asta herî jor de ye. Jixwe ev êrişên îqtidarê ji bêtehemuliya li hember jinê tê. Dema em temaşe dikin di siyaseta tirkiyeyê de jin li paşiyê cih digirin. HDP jî ji siyaseta tirkiyeyê û cîhanê re bû nimûneyek. Îqtidara ku di hişmendî, rêveberî û pratîka xwe de jî zayendperest e bê guman wê êrişî polîtîkayên partiya me bike. Ji bo hikmê xwe bidin meşandin dikarin di şevekê de biryareke wisa bigirin. Me ev yek di mînaka Peymana Stenbolê de jî dîtin. Peymanek ku ji bo aramiya civakê û jinê xwedî cihekî girîng e jî dikarin di şevekê de betal bikin."
 
'Dîrok dubare dibe'
 
Perîhanê bal kişand ser dubarekirina dîrokê û wiha domand:"Siyasetek ku vîn, nasname û jiyana gel tune dihesibîne tê meşandin. Hişmendiyek dijminatiyê heye. Li tirkiyeyê hemû mercên siyasetê hatine betalkirin. Ev êriş tucarî tesadufî nînin. Îqtidar temenê xwe dizanî. Di aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî de jî gihiştiye kîjan astê jî diyar e. Ango ji bo temenê xwe dirûj bike û di eslê xwe de bi van êrişan re dixwaze ji bo hilbijartinên 2023’yan bingehekeê ji bo xwe ava bike. Ev êrişên ji bo vê yekê tên kirin jî êrişên îmhakirinê ne. Tu îqtidar jî bi êrişên li dijî gel û demokrasiyê nikare xwe li ser lingan bigirin. Her carê dîrok xwe dubare dike û ew îqtidar mehkumê hilweşînê dibin."
 
'Li dijî qedexeya siyasî dê têkoşîna me bidome'
 
Perîhanê wiha bi dawî kir:"Dixwazin pêşî li ber rêxistinbûyîna gelê kurd bigirin. Ango dixwazin wan ji siyasetê dûr bixin û wan di qada xwe de heps bikin. Êdî bi girtina HDP’ê û avahiyên wê re êrişên xwe nedan rawestandin. Dizanin ku ev ê nebe çareserî. Vê carê siyasetmendar ji siyasetê dûr dixin. Lê di Newrozê de gel bi awayekî herî serkeftî bersiva êrişan da. Lewra hertim ev êrişên wan çêdibin û hercarî jî bi hêza gel em cardin xwe ji nû de ava dikin. Çiqas asteng û qedexe bikin jî yan jî klîdê li deriyên me bidin jî em ê din ava gel de bin. Em naçin cihekî em ê tim li meydanê bin. Rûyê wan ê qirêj derket holê. Êdî nikarin di bin navê xwişk û biratiyê de faşîzmê mezin bikin. Li dijî qedexeya siyasî dê têkoşîna me bidome."