Newroza Enqerê bi 'Herne pêş' dest pê kir

  • 13:21 21 Adar 2021
  • Rojane
ENQERE - Li Enqerê Newroz bi dirûşma "Wekhevî, Eldalet û Azadî" li Parka Anitê bi govendê dest pê kir.
 
Li Enqerê pîrozbahiya Newrozê di pêşengiya heêzên Ked û Demokrasiyê de bi dirûşma "Edalet, Aştî û Azadî" li Anit Parkê hat destpêkirin.  Di saetên serê sibehê zû de derdora parkê bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin û girse piştî lêgerînê derbasî qada pîrozbahiyê hat kirin.
 
Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên reng bi reng ên neteweyî tevli pîrozbahiyê bûn piştî koda HES derbasî qadê hatin kirin. qad bi pankarta "Newroz pîroz be"  û alên HDP'ê hat xemilandin. Li qadê girseya kom bû bi govend û dîlanê dest bi pîrozbahiyê kir. 
 
Dê parlamentera DHP'ê Fîlîz Kerestecîoglu tevli pîrozbahiyê bibe û li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê jî dê daxuyanî bê dayîn. Piştî axaftinan dê bername bi muzîkê bidome.
 
Li qada Newrozê ku strana "Hernepêş hat gotin" hatina kesan a qadê didome.