Newroza Enqerê bi 'Herne pêş' dest pê kir 2021-03-21 13:21:40   ENQERE - Li Enqerê Newroz bi dirûşma "Wekhevî, Eldalet û Azadî" li Parka Anitê bi govendê dest pê kir.   Li Enqerê pîrozbahiya Newrozê di pêşengiya heêzên Ked û Demokrasiyê de bi dirûşma "Edalet, Aştî û Azadî" li Anit Parkê hat destpêkirin.  Di saetên serê sibehê zû de derdora parkê bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin û girse piştî lêgerînê derbasî qada pîrozbahiyê hat kirin.   Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên reng bi reng ên neteweyî tevli pîrozbahiyê bûn piştî koda HES derbasî qadê hatin kirin. qad bi pankarta "Newroz pîroz be"  û alên HDP'ê hat xemilandin. Li qadê girseya kom bû bi govend û dîlanê dest bi pîrozbahiyê kir.    Dê parlamentera DHP'ê Fîlîz Kerestecîoglu tevli pîrozbahiyê bibe û li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê jî dê daxuyanî bê dayîn. Piştî axaftinan dê bername bi muzîkê bidome.   Li qada Newrozê ku strana "Hernepêş hat gotin" hatina kesan a qadê didome.