Ji bo salvegera êrîşên li ser Şêx Meqsûdê daxuyanî hat dayîn

  • 15:05 16 Sibat 2021
  • Rojane
HELEB - Bi armanca şermezarkirina salvegera êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûd ya Helebê, Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyanî dan û gotin: "Li dijî êrîşan mirovan parastina axa xwe kir û ji berxwedana xwe tecrûbeyên mezin kirin. Ev rihê berxwedanê niha di tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê dîtin." 
 
Di 16’ê Sibata 2016’an de 27 komên çete êrîşî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kirin û xwestin bi êrîşê re taxê bikin bin kontrola xwe de. Bê gûman li hember vê êrîşê bersîveke xurt ji aliyê gel û şervana ve hate dayin, di encamê de taxa Şêx Meqsûd hat rizgarkirin. Bi boneya 5’emîn salvegra êrîşan, Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Şêx Meqsûd ya Helebê daxuyanî dan. Daxuyanî li hola şehîdan bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên sivîl hat dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên berxwedan Şêx Meqsûd hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zehîde Mistefa ve hate xwendin.
 
Daxuyaniya ku hat dayî wiha ye: "Serkeftina vîn û îradeya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, hişt ku em taxa xwe ji hemû rengên êrîşan biparêzin û rizgar bikin. Çeteyên terorîst bi hemû hêz, çekên herî giran û qedexekirî êrîşî taxa Şêx Meqsûd kirin û hewil dan ku bikin bin kontrola xwe de. Lê hêz û îradeya gelê me ji terora wan mestir bû. Gelê me serî ne tewandin û bi yekîtiyeke xurt li kêleka şervanan serkeftin misoger kirin.  
 
Îro jî di dîroka şoreşa me de rojeke pir bi wateya, têde hate xuyakirin ku tu kes nikare dest bavêjê jiyana hevpar ya mirovan. Bi van êrîşan re mirovan parastina axa xwe kir û ji berxwedana xwe tecrûbeyên mezin girtin. Ev rihê berxwedaniyê niha di tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê dîtin. 
 
Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan soz didin Rêber Apo, pakrewana, girtiyên zîndanan ku em ê di têkoşîna xwe de bi îsrar bin. Armanca me avakirina Sûriyeke demokratîk ji bo hemû welatiyên Sûriyê ye.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd” û ”Şehîda namirin” bi dawî bû.