Gulîstanê beriya bê qetilkirin serî li emniyetê daye

  • 14:19 16 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Derket holê ku kujerê Gulîstan Şaylemez a li Amedê hat qetilkirin birayê wê ye. Herwiha hat aşkerakirin ku beriya  Gulistanê bê qetilkirin jî serî li emniyetê daye û giliya xizmekî xwe kiriye. 
 
Gulîstan Şaylemez, duh di saetên êvarê de dema ku li hemberî Edliyeya Amedê dimeşiya ji laliyê birayê xwe Abdullah Şaylemez ve hat qetilkirin. Piştî Gulîstanê hat qetilkirin kujer ji cihê bûyerê reviya. 
 
Hat diyarkirin ku kujerê Gulîstanê Abdullah Şaylemez  ji qeydên qamerayan hatiye tespîtkirin û li navçeya Rezan bi çeka ku pê Gulîstan qetil kiriye re hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku kujer di îfadeyên xwe ya miduriyeta polisan de daye zanîn ku bi hinceta “namûsê” Gulîstanê qetil kiriye. 
 
Li aliyê din hat diyarkirin ku Gulîstan Şaylemez beriya 10 rojan serî li Miduriyeta Polisan a Rezanê daye û giliyê bavê xwe Abdulvehap Şaylemez û xizmê xwe A.S. kiriye. Her wiha di 14’ê sibatê de jî serî li Miduriyeta Polisan a Sûrê daye û giliyê bavê xwe û xizmê xwe kiriye.