DFG:Cezayê li rojnamegeran hatiye birîn nayê qebûlkirin
- 13:37 16 Sibat 2021
- Rojane
AMED - DFG’ê, diyar kir ku cezakirina Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili, Gerînendeya Giştî ya Rojnameyê Eren Keskîn, Midurê Berpisyarê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya nayê qebûlkirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî cezakirina Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili, Gerînendeya Giştî ya Rojnameyê Eren Keskîn, Midurê Berpisyarê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya daxuyaniyeke nivîskî da.
Komeleyê, diyar kir ku darizandina rojnamegeran didome, rojnamegerî tê krîmînalîzekirin û rojnameger sûcdar tên nişandan û ev nirxandin kir: “Her roj rojnamegerek li qorîdorên edliyeyan derdikeve pêşberî dadgeran û ceza li wan tê birîn. Cezayê ku li rojnamegeran hatiye birîn nayê qebûlkirin.”