Ji bo 19'mîn Meşa Şevê ya Femînîst bang hat kirin

  • 13:15 16 Sibat 2021
  • Rojane
STENBOL- Jin amadekariyê dikin ku ji bo 19'mîn Meşa Şevê ya Femînîst li Taksîmê bên gel hevdu. 
 
Jinên her sal di 8'ê Adarê de li Taksima Stenbolê tên gel hevdu îsal jî bi gotina "Ev 18 sal in em cihên her lê ne" amadekariya 19'mîn Meşa Şevê ya Femînîst dikin. Koma Meşa Şevê ya Femînîst li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandin ku ew ê di 8'ê Adarê de li Taksîma Stenbolê bin. 
 
Di metna bangê de wiha tê gotin:
 
"Di Meşa 8'ê Adarê ya 19'mîn Meşa Şevê ya Femînîst  de ev 18 sal in em cihên her lê ne. Em sala borî jî li Taksîmê bi deh hezaran meşiyan. Di rojên zehmet de me hêz ji têkoşîna xwe ya femînîst girt. Bi hev re bi coşekê me hêza piştevaniya xwe bi bîr anî. 
 
Em ê îsal jî di meşa şevê ya femînîst de bên gel hevdu. Ji bo em hev du biparêzin em ê mesafeya di navbera xwe de biparêzin lê em dizanin ku ew ê qelebalixiya me gelekî zêde be. Em ê li dijî zextan bi raperîna xwe ya femînîst bên gel hevdu. Şev, kuçe, kolan jiyan jî ya me ye!"