Li Mexmûrê derbarê 15'ê Sibatê de sînevîzyonek hat pêşandan

  • 12:24 16 Sibat 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Bi boneya 23’yemîn salvegera komploya navnetewî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşnegiya TJCM û TCM sînevîzyonek hat pêşandan. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi wesîleya 23’yemîn salvegera Komploya Navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, sînevîzyonek ji bo tevahî gelê wargehê û çalakvanên greva birçîbûnê hat nîşandan. Sînevîzyon bi pêşngiya Tevgera Jinên Ciwan Mexmûr (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) hat bi rêvebirin. Sînevîzyona li Saziya Malbatên Şehîdan hat pêşandan.  
 
Piştî sînevîzyonê dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Kesek nikare Roja me tarî bike” hat berzkirin.