Komîsyona 21'ê Sibatê derbarê kampanyaya ziman de daxuyanî da

  • 12:16 16 Sibat 2021
  • Rojane
AMED - Komîsyona 21'ê Sibatê kampanyaya bi navê "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî" û "Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê" dan destpêkirin. Xebatên kampanyayê dê 22'yê sibatê destpê bike.  
 
Komîsyona 21'ê Sibatê ku ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê têkildarî kampanya îmzeyan a ji bo zimanê kurdî li Cemiyeta Rojnamevanan civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek endam û rêveberên komîsyonê tevlî civînê bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrê ve hat xwendin.
 
Di daxuyaiyê de wiha hat gotin: "Zimanê me mafê me ye, zimanê me nasnameya me ye. Dixwazin hebûne kurdan tune bikin û dixwazin zimanê wan ji holê rakin. Lê tu carî ew helwest nabe helwestek demokratîk. Divê zimanê kurdî bi awayekî fermî bibe xwedî statû û perwerdeyê. Ev kampanya ji bo we ye ji bo mafê we ye. Hemû kurd bila li dora wê bicivin.
 
Em bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî kampanyaya îmzayê ya 'Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî' û 'Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê'  didin destpêkirin. Kampanya wê di 22’yê mehê de dest pê bike û kampanya wê li ser du lingan bimeş e. Lingek jê, îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê kurdan. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Ev ji bo kurdên ku derfeta wan a ku xwe bigihînin forma îmzayên rûbirû tune ye amade bûye. Ji bo kesên ku ne kurd bin û hîna nirxên mirovahiyê bi tevahî winda nekirine û dixwazin dawî li vê şerma sedsalê bînin, ev ling hatiye amadekirin."