Hunermendan azadiya Abdullah Ocalan xwestin

  • 11:53 16 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji sedî zêdetir hunermendên ji welatên cuda ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin. Hunermendan gotin:"Ocalan derfeta hêviyê û azadiyê da kurdan. Têkoşîna siyasî ya hevçax a Kurdan ronesanseke gelekî mezin afirand a ku di nava çand, huner, muzîk, wêje û sînemaya Kurdî de gelek nimûneyên wê hene. Ew qebûl dike ku huner îfadeya nasnameya Kurdan e û ji bo bipêşketina azadiyê jî ew lazim e." 
 
Ji welatên cihê yên dinyayê 120 hunermendan deklarasyoneke hevpar weşandin û doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Di nava wan de şair, aktor, aktirîst, muzîkjen, hilberîner, bestekar, derhênerên ji Ingilîstan, DYE, Kanadayê jî hene. Ew dibêjin, "Abdullah Ocalan xizmeta serdema xwe kir û azadî heqê wî ye. Edî dem e ku azadiya wî lê bê vegerandin."
 
Di nava kesên deklarasyon îmzekirî de şanoger û aktvîsta Ingilîz Maxine Peake, hunermendê Galî Dafydd Iwan, komedyen Mark Thomas, stranbêj Brian Eno, nivîskar Jan Woolf, helbestkar Seamas Carraher, nivîskara şanoyê û derhêner Julia Pascal, nivîskar û şêwekara ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Janet Biehl, muzîkjen David Rovics, helbestkar Jack Hirschman, şêwekar Agneta Falk, aktor û muzîkjenê Îtalî Moni Ovadia jî di nava van 120 hunermendan de ne. Di deklarasyona hevpar de ew doza azadiya Ocalan dikin. Wan got, "Weke hunermendên afirîner em bawer dikin ku azadî tiştek e ku mutleq pêwîst e û em ber dikevin ka ji bo ruhê mirovî ew çi îfade dike. Azadî jiyanê xwedî dike, û dike ku afirîneriya mirovî dewam bike. Azadî pîvaneke zindî ye ku temamê mirovahiyê bi hev ve girê dide. Çawa ku pêdiviya kulîlkekê bi rohniya tavê heye, pêdiviya mirovahiyê jî bi azadiyê heye. Mandelkirina wê vemirandina rohniyê û fetisandina jiyanê ye."
 
Hunermendan di deklarasyonê de bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di dema dîlbûna xwe de jî ji bo Kurdan bûye îlham û wiha dewam kir: "Wî îlham da gelek Kurdan da ku jiyana xwe bi rûmet û rêzdariya ji hebûna xwe re dewam bikin. Ew bû mamosteyekî gelekî baş. Wî jinên û mêrên Kurd teşwîq kirin da ku ji bo mafên xwe weke mirovên azad li ser piyên xwe bisekinin." 
 
Hunermendan ji bîr nekir ku bibêjin, ka çi eziyet, zilm û zorî li Kurdan hatiye kirin û tê kirin, û ji ber wê jî ew neçar mane ku ji bo azadiya xwe têbikoşin.
 
Hunermendan di dewama deklarasyonê de got, "Ocalan derfeta hêviyê û azadiyê da kurdan. Têkoşîna siyasî ya hevçax a Kurdan ronesanseke gelekî mezin afirand a ku di nava çand, huner, muzîk, wêje û sînemaya Kurdî de gelek nimûneyên wê hene. Abdullah Ocalan li ser cihê çand û zimanî di jiyana Kurdan de gelek tişt nivîsandin. Ew qebûl dike ku huner îfadeya nasnameya Kurdan e û ji bo bipêşketina azadiyê jî ew lazim e. Huner û azadî ji bo rûmeta mirovî pirr bi qedr û qîmet in. Weke hunermedan, em ber dikevin ka azadî ji bo rûmet û yekparebûna her ferdî çi qasî lazim e. Abdullah Ocalan xizmeta serdema xwe kir û azadî heqê wî ye. Wî bi awayekî eşkere îsbat kir ku ew serokekî biberpirsiyar ê miletê xwe ye û nîşan da ku mirov dikare bi soza wî baweriyê bîne. Edî dem e ku azadiya wî lê bê vegerandin."
 
Di nava îmzekeran de Kampanyaya "Peace in Kurdistan", rêxistina mafan a bi navê "Global Rights & Diritti Globali" û Orkestraya Nadt ya muzîka dinyayê ya ji Îtalyayê jî hene. 
 
Ji vê lînkê hûn dikarin xwe bigihêjin kesên îmze dane û daxuyaniyê: